Li Gulsûyû êrîşeke din

Li Gulsûyû êrîşeke din

Li taxa Gulsûyû ya Maltepeyê tengavî bi dawî nabe. Tevî ku nû cenazeyê Hasan Ferît Gedîk ê ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin hat rakirin, vê carê çeteyan êrîşî belavkarên Kovara Yuruyuşê Alî Ekber Dûrgûn û Îlyas Argûn kirin. Dûrgûn û Argûn ên li Rawestgeha Mînîbusê ya Kartal Esentepeyê Kovar Belav dikirin û afîşên meşa ji bo hevalê wan Gedîk dailqandin, li lêdaneke tund a 3 kesên çekdar ku xwe weke polîs dan naskirin, rast hatin. Dûrgûn û Argûn ên ji êrîşê bi xedarî birîndar bûn, ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kartalê derketin. Alî Ekber Dûrgûn ê ji ber lêdanê aliyê bedena wî yê çepê zerar dît û nikare bimeşe ji ANF'ê re got, "Em guleyê berdin yek ji wan. Rêbaza wan dişibiya ya polîsan. Vana ne çete, kontra ne."

Tengaviya li taxa Gulsûyû dewam dike. Bêyî êrîşa çeteyan, rojek asayî nayê jiyîn. Di hedefê de dîsa Eniya Gel heye. Pêşiya Komeleya Gelan a li jorê qada Heykel e, bi bendan dagirtiye. Li hemberî êrîşeke gengaz, endamê Eniya Gel i ber agir nobedê digirin.

Li Gulsûyû di hedefê d vê carê belavokarên Kovara Yuruyuş Alî Ekber Dûrgûn ê 22 salî û Îlyas Argûn ê 36 sal hebûn. Dûrgûn û Argûn ên li êrîşa sê kesên bi çek ên nenas rast hatin û bi zorê ji mirinê filitîn.

DESTPÊKÊ ÇAV LÊ GERANDIN, DÛRE ÊRÎŞ KIRIN

Alî Ekber Dûrgûn ê di vegera nexweşxaneyê de ji ber lêdanê nikare baş biaxive û alîkariya hevalê xwe dimeşe, tevî her tiştî jî rûyê wî dikene. Dûrgûn êrîşa 5'ê Cotmeha 2013'an wiha vegot: "Ji bo Kovara Yuruyuşê belav bikin û afîşên meşa ji bo hevalê me Hasan Ferît Gedîk a li Gulsûyû daliqînin, li gel kekê xwe Îlyas em çûn rawestgeha Kartal Esentepeyê. Piştî ku me li xebatkarên Mînîsbusan kovar û afîş belav kirin, em li klûbeya rawestgehê rûniştin me çay vexwarin. Em li klûbeyê şeş kes bûn. Saet li dora 13.30 bû. Yekî 1.85 m dirêj, zirav ket hundir. Li ber çavê wî berçavkeke tarî ya ji bo rojê hebû, serê xwe jî bi kum girtibû. Li pişt wî kesekî 1.80 m dirêj radiwestiya. Vî kesê bi berçavka reş, saeta rabûna wesayîtan pirsî û derket derve. Piştî 5 deqeyan, ev kesê mijara gotinê li gel du kesên din ket hundir. Hersêyan jî debanceya di ber xwe de derxistin, yê bi berçavka reş got 'polîs, xwe li erdê dirêj bikin.' Di vê navberê de pirsî; 'DHKP/C'yiyên afîş daliqandine kî ne? Ji ber ku kesî bersiv neda û xwe li erdê dirêj nekir, vê carê dest bi êrîşê kirin.

“EM GULEYÊ BERDIN?”

Kesê bi berçavka reş, xebatkarekî mînîbusê li erdê dirêj kir û yê din jî berê xwe da kekê Îlyas. Bi destikê çekê li serê wî xistin, ew dirêjî erdê kirin û li wî dan. Dest ji wî berdan û berê xwe dan min. Bi lêdanê ez xistim erdê. Ji bo serê xwe biparêzim, min serê xwe xist nava destên xwe. Ji bo ku li wî kesê ku bi destikê çekê li min da binêrim, min serê xwe rakir, wî kesî bi min re qîrîya û got, "Nenêrê", dûre jî beroşa tijî şorbe bi ser min de rijand. Vê carê bi beroşê li min da. Ewçend bi tundî li min da, beroş jî xwar bû. Bi vî rengî, bi deqeyan li me dan. Dengê kesekî ji wan ku digot, "Em gulê berdinê, bêje em fîşekê berdinê?" dihat min. Min ji xwe re got, temam wer xuyaye emê bimirin. Kesên mijara gotinê bi lez û bez reviyan. Mirovên li derve jî, ewçend tirsiya bûn, her yek ji wan xwe li derekê veşartibû."

NE ÇETE KONTRA

Dûrgûn da xuyakirin ku ev êrîş organîze ye û got, "Helwest û nêzîkatiyê wan, dişibiya ya polîsan. Vana ne çete ne, kontra ne."

Şêniyên taxê yên li Komeleya Gelan dan xuyakirin ku li gel dorpêça polîsan a li herêmê, rûdana êrîşeke bi vî rengî wan dixe nava fikar û gumanan. Şêniyên taxê diyar dikin ku çete bi polîsan re hevkariyê dikin û destnîşan kir ku di rewşeke asayî de polîs bi maşîneke akrep tê mobeseyan dibin, lê piştî vê êrîşê bi deh maşînên akrep hatine taxê.