Li Grazê pîrozbahiya Newrozê
Li Grazê pîrozbahiya Newrozê
Li Grazê pîrozbahiya Newrozê
Li bajarê Awusturya Grazê cejna Newrozê bi awayeke heybet hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya ku salona sendîkayan, saet di 15.00 de bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û zêdetirê hezar Kurd û dostên wan beşdar bûn.
Di axaftina vekirinê de bal kişandin ser wate û girîngiya Newrozê. Di axaftinan de hate diyarkirin ku li gel peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di Newroza Amedê de hate xwendin pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin.
Her wiha nunerên Partiya Sosyal-Demokrat (SPO), Partiya Keskan û Partiya Komunîst a Awusturyayê (KPO) beşdar bûn û diyar kirin ku ew ê destekê didin hevdîtinên aşitiyê yên li Tirkiyeyê hatine destpêkirin. Di şevbêrkê de peyama Serokkomarê Awusturyayê Heinz Ficher a ji bo Newrozê ku ji saziyên Kurdan re şandibû hate xwendin.
Salona ku şahî tê de pêk hat biwêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, hate xemilandin û peyama a bi dîmen a Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bi rêya sînevîzyonê hate temaşekirin.
Di pîrozbahiyê de Hozan Kamil, Koma Dem, Erol Berxwedan, Hozan Bawercan, Bulent Turan, Şahê Bedo û Hawar Komo derketin ser dikê. Koma Newroz a folklorê bi cil û bergên xwe yên neteweyî ve li rastî eleqeyeke xurt hat.
Şahî heta derengiya şevê bi gerandina govendê berdewam kir.