Li Grazê Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li bajarê Grazê ya Awûstûryayê hate pîrozkirin.

Bernameya pîrozkirinê li hêwana dawetê ya Puchstrabe Mînasê hate lidarxistin û gelek Kurdistanê tevlî bûn.

Li hêwanê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ên qedroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, siyasetmedara Kurd Fîdan Dogan û xebatkara Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez hatin daliqandin. Her wiha hêwan bi alayên PKK, KCK, PJAK, YPG, YPJ'ê hate xemilandin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê hate gotin, PKK bi têkoşîna 40 salî û berxwedana zindanan heta îro bi berdêlên mezin hatiye.

Di bernameyê de Koma Medya, Seher, Engîn Xelîka û Koma Dem stran gotin.

Piştî nîşandana sînevizyonê bername bi dawî bû.