Li Grazê afîşên ‘Ji Ocalan re azadî’

Kurdistaniyên li bajarê Graz ê Avûstûryayê di pêşengtiya Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîkt a Grazê de çalakiyên xwe yên cûr be cûr ên bi şîara “Ewlehî û tenduristiya Ocalan siberoja me ye’ dewam dikin.

Li Grazê li gel panoyên reklamên yên tranvay û otobusên şaredariyê li panya herî mezin a li navenda bajêr jî çalakiyên cûr be cûr ên ku wê 8 rojan dewam bikin, didomin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Grazê Xalis Varto axvî û wiha got: “Heta ku em agahiyekê ji Rêbertiya xwe bigirin wê çalakiyên me bê navber bidomin. Di serî de CPT û hemû saiyên navneteweyî divê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”