Li goristana giştî ya Necef DNA’yên 178 kesî winda ne

Li goristana giştî ya Necef DNA’yên 178 kesî winda ne

Wezîrê Mafê Mirovan yê Îraqê ragihand ku DNA’yên 178 kesên ku li goristana komî ya Necef mînakên wan winda ne.

Li gorî rojnameya El Alem ya li Îraqê tê weşandin Komiteya Lêgerîna Windahiyan ya di binya Wezareta Mafên Mirovan de hatiye çêkirin, diyar kir ku nihek mînakên hatine bi dest xistin winda ne. Nûçe pişt dide daxuyaniya Wezaretê.

Serokê Saziya Tiba Edlî ya Îraqê îdia kir ku girtina mînakan û di jimatirnê de şaştî kirine û diyar kir ku ev niha hatine sererast kirin.

Wezareta Mafê Mirovan ya Îraqê diyar kiri ku ev mînakên çerim yên gotistana nêzî Necef a  komî ya 2008’ê yên 178 kesên ku winda bûne Heyderiyê ne. Her wiha Wezaretê kesên ku mînakên DNA’yê jî girtine dema li dagirtina formên girêdayî malbetên windahiyan jî şaşî kirine û diyar kir ku ev ne şaşiyên Wezaretê ne.

Wezareta Mafên Mirovan got ku hestiyên aydê kurdên ku li goristana komî ya Meharî Necef ji ber temasên ceyranê jiyana xwe ji dest dane. Lê belê di der barê buyerê de heta niha tu lêkolîn nehatine kirin.

Li gorî Saziyên Navnetewî heta niha li Îraqê bi giştî 350 goristanên komî hatine dîtin. Hikûmet bi îdiayên 500 kesên winda bi tevger dixebite. Hihek jî dibêjin hejmara windahiyan 1 milyone. Ev hejmar ya salên 80 û 90’an zordariya li ser Kurd û Şîa û yên encama şerê Îraqê yê bi cîranên wê re ye.

Di navbera salên 1986-1988’ê de operasyonên Enfalê yên ku li ser kurdan weke tevgerek qirkirinê hatîn meşandin, 200 hezar kurd hatine qetil kirin, 3 hezar gund jî hatine tinekirin. Di avêtina kîmyewî ya Helepceyê ya sala 1988’ê de herî kêm 5 hezar kurd hatin qetil kirin. Hîj jî bandorên vê madeyên kîmyewî li ser mirovên here wir bandora xwe berdewam dike.