Li gorî Erdogan pakêt dikare gelek kesan matmayî bihêle!
Li gorî Erdogan pakêt dikare gelek kesan matmayî bihêle!
Li gorî Erdogan pakêt dikare gelek kesan matmayî bihêle!
Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe ya li Meclîsa Xebatê de îdîa kir ku ewê cihêkariya karker-karmend ji holê rakin. Erdogan der heqê pakêta "demokratîkbûyînê" de îdîa kir ku daxuyaniya ew bidin, dê gelek derdoran matmayî bihêle.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di 10. Civîna Meclîsa Xebatê ya Wezareta Ewlekariya Civakî û Kar de axivî. Erdogan bal kişand ser pirsgirêkên karker û karmendan û îdîa kir ku wan di dema xwe de pirsgirêkên van derdoran kêm kirine.
Erdogan îdîa kir ku ewê cihêkariya navbera karker û karmendan de ji holê rakin û der heqê fîrarkirin û girtina 18 girtiyên siyasî de jî got, "We bûyerên li girtîgehan jî dîtin. Reviyan, yek ne di nav de hemû hatin girtin. Bi heman rengî berpirsyarên êrîşê girtin."
Erdogan hêza dijwar a polîsan a di 1'ê Gulanê de bikaranî ji nedîtî ve hat û got, "Çima deshilatdariyên beriya me 1'ê Gulanê çareser nekir? Kê 1'ê Gulanê kir roja betlaneyê? Me guh dan daxwaza xebatkaran û me 1'ê Gulanê kirin roja betlaneyê."
Erdogan der heqê "pakêta demokratîkbûyînê" ya di roja 30'ê Îlonê de aşkera bike de got, "Şîroveya dikin. Hinekan rast dibêjin, hinekan jî şaş. Daxuyaniya em bidin, dibe ku gelek derdoran matmayî bihêle. Ev pakêt dê bibe dewama pêvajoya 11 salan. Dê qet nebe dawiyek. Ev ne matematîk e."