Li gorî dadgehê alîkariya bi gelê Rojava re ‘alîkariya rêxistinê’ ye!

Li gorî dadgehê alîkariya bi gelê Rojava re ‘alîkariya rêxistinê’ ye!

Sekretera Rêxistina TUHAD-FED Fatma Gokhan ku derxistin dadgeha Amedê, ji ber ku alikariya bi gelên Rojava re kiriye hatiye girtin. Dadgehê, pereyên ku girtiyan di girtîgehê de ji bo Rojavan kom kirine weke hincet dîtin, bi îdiaya “alikariya rêxistinê kirine” biryara girtina Gokhan dan.

Sekretera Rêxistina Federasyona Komeleyên Piştgiriya Zagonî ya Malbatên Girtiyên Ceza Xwarîn (TUHAD-FED) Fatma Gokhan di 20’ê Îlonê de li taxa Ofîs ya Amedê hat girtin. Gokhan ku li gel welatiyê binavê Şahîn Kalkit hate girtin, piştî 4 rojan ku li Midûriyeta Parastinê ya Amedê girtî ma şunde şandina Edliyeyê.

Piştî dozger îfadeya Kalkit wergirt ew berda, lê Fatma Gokhan piştî ku derxistin dadgehê bi îdiaya “ji bo rêxistinê pere kom kiriye û alîkarî daye” hate girtin. Gokhan ku şandina girtîgeha Tîpa E ya Amedê, derket holê ku girtiyên pere ji bo Rojava kom kirine weke hincet dîtine ku ew girtine.

TUHAD-FED’ê jî li ser girtina Fatma Gokhan bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan  dan. Di daxuyaniya TUHAD-FED’ê de hat xwestin ku demildest Gokhan bê berdan û wiha hat gotin: “Hinceta girtina rêvebera me, kampanya ku bi fermî alikariya ji bo Gelê Rojava kom dikin hatiye nişan dan. Alikariya bi Rojava re ji bo Gelê Kurd yeketî û rûmete. Di vê rê de mijarek ku hesaba wê bê dayîn nîne. Ev ne suce. Em zihniyeta ku vê weke suc dibîne şermezar dikîn û em dixwazîn ku hevala me bê berdan.”