Li girtiyê ku nivîskare bi hejmaran kaxiz!
Li girtiyê ku nivîskare bi hejmaran kaxiz!
Li girtiyê ku nivîskare bi hejmaran kaxiz!
Samî Ozbîl ku li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Kandrayê di dawiya meha cotmehê de dê bikin hucreya yek kesî, ligel pirtûkan dê kaxizan jî bi hejmar bidê. Lênûs jî qedexeye. Heta îro 4 pirtûkên wî derketiye. 6 pirtûkên wî jî di asta weşanê de ne û di vê rewşê de jî dê neyên nivîsîn. Her wiha Ozbîl dê ji mafên wekê ziyaretvan, rojname, televîzyon, radyo û telefonê jî mahrum ma.
Ozbîl ku ji doza MLKP’ê cezayê muebetê girtiye, ji dozeke din ya ku tê darizandin de, ligel biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji nûve darizandinê jî, rastî cezayê muebetê hat. Biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
12’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ku 30 sal ceza li Ozbîl birî, dadgehê salek û nîv jî cezayê hucreya yek kesî lê birî.
HEVDÎTIN, TV, TELEFON TUNE
Kite kitên tecrîda giran ku heta niha li tu girtiyekê muebetê nehatiye birîn, diyar bû.
Li gorî vê Ozbîl dê salek û nîvê rojê saetekê derkeve hewadankê. Rojname, tv, name û hevdîtin ji bo wî nîne. Her wiha ligel van şert û mercêngiran Ozbîl dikare 3 pirtûkan ligel xwe bihêle, her wiha dê bi kaxiz jî bi hejmaran bê dayîn. Lênûsk jî qedexeye.
Ozbîl bi nameyekê pêkanînên li ser wî pêk tên ragîhand û diyar kir ku mafê wî yê herî rewa, bihêlen name nivîsandinê tu mafê entelektuel û hilberîna wêjeyê bo wî nehiştine.
Ozbîl got tu rewabûna vê biryarê nîne û got: “Ez ji şert û mercên giran ne gazincim. Lê tu rewabûna xespkirina mafê weşand- fikr û ramanê nîne. Ez hemû keskên ku dengê xwe didin dengê min slav dikim.
4 PIRTÛKÊN MIN HENE
4 pirtûkên Ozbîl yên bi navê ‘Soluk Soluga, Xwîn ranaweste, Harman û Avên Binerdê’ hene. 6 pirtûkên wî jî di asta weşandinê de ne.
Her wiha Ozbîl ji ber rojiya mirinê bi nexweşiya wernîcke-korsakoff jî ketiye.