Li girtîgehên Marmarayê çi diqewime?

OHD’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên li Herêma Marmarayê eşkere kir. Di raporê de bal hatiye kişandina ser asta êşkencê û pêkanînên tên kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê derbarê binpêkirinên mafan ên di meha hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de li girtîgehên Herêma Marmarayê qewimîne raporek amade kir û li avahiya Komeleyê ya li Beyoglûya Stenbolê bi raya giştî re parve kir.

Hevberdevkên Komîsyonê Bariş Marhan û Destîna Yildiz rapora ji 22 rûpelan pêk dihat eşkerekirin.

ÊŞKENCE Û NÊZÎKATIYÊN XERAB

Di raporê de hat diyarkirin ku sepanên gihîştine asta êşkenceyê li girtîgehan hene û darbarê hin girtiyan de agahî hat dayîn. Di raporê de wiha gotin: “Girtiyên bi navê Mehmet Tahir Ozcan û Kasim Karataş di Tîrmehê de ji Girtîeha Rihayê sirgûnî Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa F a Tekîrdagê hatine kirin û di dema sirgûnê de du rojan xwarin nedane wan û tenê şûşeyek av dane wan û di têketina girtîgehê di bi lêgerîna tazî û êşkenceyê re rû bi rû mane. Her wiha 6 girtiyên din ku nû hatine girtin û birine Girtîgeha Tekîrdagê bi êşkenceyê û lêgerîna tazî re hev rû mane. Di pêvajoya pandemiyê de mafên girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hatine desteserkirin.”

TECRÎD Û HEVDÎTIN

Di raporê de hat destnîşankirin ku li girtîgehan şertên tecrîdê hatine girankirin û di sepana xebatên hevpar de pirsgirêk diqewimin û di navbera girtyan de têkilî tê birîn. Di raporê de hat gotin mafê girtiyan ên name şandin û wergirtin, hevdîtina telefonê û sûd girtina ji weşanan nagirin û her çiqas di hefteyê de du caran bi dema 10 deqîqeyan dem hatibe veqetandin jî lê bes ev maf gelek caran hatiye astengkirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku di hevdîtinên parêzeran de pirsgirêk derdikevin û ji ber odeyên hevdîtinê yên brandayan kêm in parêzer kêşeyan dikişînin.

REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ

Di raporê de hat xwestin pêwîste şertên qawîşên di karantînayê de werin başkirin, astengkirina mafê dermankirina girtiyan were rakirin û pêwîste girtiyên nexweş demildest werin berdan.

Di berdewamiya raporê de binpêkirina mafan ku girtî pê rû bi rû mane hatin rêzkirin.