Li girtîgehên Anatoliya Navîn çi diqewime?
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Anatoliya Navîn bi raporekê eşkere kir.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Anatoliya Navîn bi raporekê eşkere kir.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê rapora mafên mirovan ên li Girtîgeha Herêma Anatoliya Navîn ên meha Nîsan, Gulan û Hezîranê li komeleya xwe bi raya giştî re par ve kir. Di civînê de endama Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, rapor xwend û diyar kir ku rapor ji geşedanên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, Tîpa T a Dînarê, Tîpa 2-T a Bunyana Qeyseriyê, Tîpa F a Hacilar a Kirikkale, Girtîgehên Tîpa T ên Sîncan û Tokat'ê yên Jinan pêk tên. Çevîrmen, anî ziman ku wan rapor ji daneyên parêzer, malbat û endamên komîsyonê ku li girtîgehan hevdîtin pêk hatiye û nameyên ku girtiyan ji wan re şandine kom kirine û bi raya giştî re par ve dikin.
GIRTÎGEHA TÎPA T Û F A BOLÛYÊ:
*Girtî Abdulvahap Kavak ku pêwist e bê emeliyatkirin, lê nayê emeliyatkirin. Li gorî nexweşiya wî xwarin nayê dayîn. Nodulên di sala 2010'an de di qirika wî de çêbûne 7 sal şûnde agahdar bûne.
* Girtî Haci Ekincî 6 meh in nikare ji mafê xwe yê telefonê sûdê bistîne. Li ser wan tekmîlê ferz dikin. Dayika wî ya 70 salî bi Tirkî nizane. Lê dîsa nav û paşnav dixwaze û piştre nûmarê.
* Girtî Nûrûllah Semo ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê ya Îzmîrê, di Adarê de devê wî girtîn û bêyî destûr bidin cilê xwe biguhere ew birin Girtîgeha Bolûyê. Piştre ew di lêgerîna tazî re derbas kirin. Hemû alavên wî tev li hev kirine û zerar dane alavên wî û heqaret lê kirine. Roja din dîsa li pişt kamera li odeyê geriyane û çêr kirine û lê dane. Ligel rastî lêdanê hatiye jî rapor nedanê.
* Girtiyan dereng dibin revîrê. Girtiyên rewşa wan giran bi rêk û pêk nayên dermankirin û kelepçe li ser wan tê ferz kirin.
*Rêveberiya girtîgehê serdegirtinên ji nişka ve zêde kiriye. Bi zorê û keyfî ji odeyekê dişînin odeyeke din.
*Girtiyê nexweşê giran Mehmet Çelebî Çalan, li gel ku 2 meh berê bijîşk xwestiye ji bo kontrola prostatê lê hêj girtî nehatiye tedawîkirin.
* Piştî îlankirina Rewşa Awarte mafê girtiyan ên rojname, pirtûk û ragihandinê hatiye bisînorkirin û ev maf ji destê wan tê girtin. Li şûna Radyoyên pêlên kin ku ji hemû cîhanê dikişînin, radyoyên FM dane wan. Tenê dikarin qanalê medyaya Tirkiyeyê temaşe bikin. Êdî nikarin CNN û Fox Tv jî temaşe bikin.
*Mafê girtiyên ku rastî cezayê muebbetê hatine hatiye sînorkirin.
*Mafê ziyareta vekirî ji mehekê derxistine 2 mehan. Mafê telefonan hatiye sînorkirin û tekmîlê li ser malbatan ferz dikin.
*Mafê xebatên civakî û sohbeta 10 kesan hatiye sînorkirin.
*Di bin navê lêgerînê de mehê herî kêm 3 caran li odeyan digerin û hemû alavên wan tev li hev dikin.
*Hem malbatan di cîhaza X-Ray re derbas dikin û hem jî di lêgerîna tazî re derbas dikin.
* Xwarinê di lalikên plastîk ên ne hîjyenîk de didin girtiyan.
* Girtiên mafên xwe dixwazin rastî cezayê dîsîplînê tên. Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê kelepçeyê li ser wan ferz dikin.
* Dîsa nasnameya "Rêxistina Terorê" li ser wan ferz dikin.
*Ligel daxwazên girtiyên nexweş raporen tenduristiyê nadin wan.