Li Girtîgeha Tîpa T ya Osmaniye girtî rastî zextan tên

Hat diyarkirin ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniye dimînin, ji ber çalakiya li dijî heqaretên gardiyanan cezayê hucreyê li wan hatiye birîn.

Hat diyarkirin ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniye dimînin, ji ber çalakiya li dijî heqaretên gardiyanan cezayê hucreyê li wan hatiye birîn.

Di daxuyaniya ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniye bi rêya xizmên xwe dan, hat diyarkirin ku şervanekî YPG’ê yê li sînorê Pirsûsê hatiye binçavkirin, anîne girtîgehê û ji aliyê gardiyanan ve rastî heqaretan hatiye.

Girtiyên heqareta li hember şervanê YPG’ê şermezar kirine rastî 15 rojan cezayê hucreyê hatine.