Li girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler li girtiyan dane

Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a endama Grûp Yorûm Helîn Bolek di encama rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, girtiyên ku ev yek protesto kirin gardiyanan êrîşî wan kirin.

Li girtîgehaên ku metirsiya belavbûna şewba vîrûsa Koronayê li ser heye, her diçe êşkenceya li girtiyên siyasî dewam dike. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa R a Kurkçuler e ku endama Grûp Yorûm Helîn Bolek di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyên ku ev yek protesto kirin êrîşî wan hate kirin û li wan dan. Dayika yek ji 4 girtiyên ku li wan dan, dayika Fatîh Ozgur Aydin Emîne Aydin bûyer ji ANF’ê re vegot:

RÊZ JI GIRTIYAN RE NAGIRIN

Dayika Aydin anî ziman ku agahiya êrîşa li ser zarokên wan 8’ê Nîsanê bi rêya hevdîtina telefonê ya heftane bihîstiye û got:        “Dema kurê min mirina Helîn Bolek protesto dikir, 4’ê Nîsanê gardiyanan avêtin ser hucreyên wan û li wan da. Di hucreyê de 4 kes diman. Fikret Kara, Umut Gunduz û Sezaî yê paşnavê wî nizanim 70’ê salî yê nexweş bi hev re diman. Gardiyanan li kesekî 70 salî jî dan. Bi darê zorê li erdê dirêj kirin, pêhîn li ser û rûyên wan dane, hewl dane milên wan bişkînin. Kurê min ji bo min got ku ser û rûyê wan reş û şîn bûye.

HUCREYAN DEZENFEKTE NAKIN, AMÛRÊN PAQIJIYÊ NADIN

Dayik Aydin anî ziman ku kurê wê bi salane nexweşê Crohnê ye, ji ber şewbê dermankirina wî nîvço maye û got: “Li şûna ku berdin, diavêjin ser hucreyên wan. Tenê carekê maske û lepik dane. Amûrên paqijiyê nadin. Hucre nayên dezenfektekirin.”

Aydin fikarên li ser kurê xwe anî ziman û diyar kir ku tirsa wê heye şewb bi girtîgehan bikeve j ibo wê xew nakeve çavê wê.

‘ZAROKÊ ME TERKÎ MIRINÊ DIKIN’

Herî dawî Dayika Emîne Aydin ev got: “Kurê min tenê ji ber gotinên nerast ên îtirafkarê bi navê Berk Ercan 2 sal û nîvin li girtîgehê. 10 sal ceza li kurê min hatiye birîn û dosyaya wî li îstinafê ye. Ev mirov tenê ji ber ramanên xwe li girtîgehê ne. Destdirêjî li kesê nekiriye, dizî nekiriye. Kes ne kuştine. Zarokên me terkî mirinê dikin. Ev hikûmet dibêje ku yên ne li ser fikra min be bila bimire. Ev  vekirî ye. Bi vê şewbê ew terkî mirinê tên kirin. Ev nêzîkatiyek ne rast e.”