Li Girtîgeha Tîpa D ya Denîzliyê paranoya ‘seetê’!
Li Girtîgeha Tîpa D ya Denîzliyê paranoya ‘seetê’!
Li Girtîgeha Tîpa D ya Denîzliyê paranoya ‘seetê’!
Binpêkirina mafan ya li girtîgehên Tirkiyeyê bê navber didomin. Vêcarê jî pêkanînên li Girtîgeha Tîpa D ya Denizliyê gihan wê astê ku, bêjî ‘ew qas jî nabe’. Îdareya girtîgehê ji girtiyên siyasî re dema ku diçin hevdîtinê, spor yan jî nexweşxaneyê birina seetê li gel xwe qedexekir.
M.Şirîn Tekmenuray ji bo balê bikişîne ser pêkanînên li dijî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa D ya Denîzliyê bi faksekê serî li Şaxa ÎHD’a Îzmîrê da. Tekmenuray daxwaz kir ku, têkildarî pêkanînên îdareya girtîgehê bikevin nava hewildanên pêwîste.
MAFÊ SPORÊ TÊ ASTENG KIRIN
Tekmenuray da zanîn ku, li Girtîgeha Tîpa D ya Denîzliyê tenê 4 girtiyên siyasî hene û got: “Ji ber ku li vê girtîgehê em tenê 4 girtiyên siyasî hene, destûr nadin em ji çi çalakiyan sûdê werbigirin. Tenê em dikarin di heftiyê de 45 deqîqeyan derkevin sporê. Wê jî bi hinceta hevdîtina vekirî ya heftiyê carekê destûr nadin. Hinek caran jî hinek tiştên din dikin hincet û mafê me yê sporê asteng dikin.”
DEMA KU JI DERÎ DERDIKEVIN DEST DI DANIN SER SEETAN
Tekmenuray balkişande ser ku her roja ku diçe binpêkirinên mafan yên îdareya girtîgehê zêde dibin û anî ziman ku, “Dema ku em diçin nexweşxaneyê û cihên weke wê, seet û kemer qedexe bû. Vêcarê di hevdîtina vekirî de jî seet hate qedexekirin. Têkildarî van pêkanînan me li hakimtiya înfazê îtîraz kir. Hêjan bersivek nedane me. Lê belê vêcarê îdareya girtîgehê qedexeya seetê berfireh kir û ‘bi seet ji derî derketin qedexeye’ anîn.”
‘DI DEMA LÊGERÎNA ODEYAN DE TIŞTAN TALAN DIKIN’
Tekmenuray da diyarkirin ku, li rexmî ku wêneyê hemû mehkuman li deriyê girtîgehê ve daliqandiye jî, di dema derketinê de neçariya ‘li gel xwe nasnameyê bigire’ anîn. Tekmenuray destnîşan kir ku, “Çendî ku em ji derî derdikevin pêlavên me ji lingê me dikin. Di lêgerînên mehê carekê yên odeyên me de eşyayên me talan dikin. Sewqên me yên nexweşxaneyê bimehan didin paş, me nabin.”
Tekmenuray daxwaz ji ÎHD’ê dike ku, têkildarî van binpêkirinên mafan bikeva nava hewildanan û xwest ku, ji bo pêşî li van pêkanînên nemafdar yên îdareya girtîgehê bigire direng nemîne.
LI GIRTÎGEHA KIRIKLARÊ FERZKIRINA ‘LÊGERÎNA TAZÎ’
Weke din jî xizmên girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 1 ya Kiriklarê dane diyarkirin ku, ‘lêgerîna tazî’ ferz dikin û yên îtîraza vê dikin jî qedexeya hevdîtin û nameyan didanin ser.