Li girtîgeha Tîba E ya Çankiriyê serdegirtin û îşkenceya fîzîkî

Li girtîgeha Tîba E ya Çankiriyê serdegirtin û îşkenceya fîzîkî

Li Girtîgeha Tîba E ya Çankiriyê tê îdîakirin ku leşker û gardiyan davêjîn ser nivîngehên girtiyên siyasî û îşkenceya fîzîkî li girtiyên siyasî dikin.

Li Girtîgeha Tîba M a Çewlîkê girtiyên doza PKK'ê serdap kolandibû û ji girtîgehê rizgar bibûn. Ji ber vê bûyerê di demê dawîn de gelek gîrtîgeh bi binpêkirina mafan tên rojevê. Herî dawîn jî li Girtîgeha Tîba E ya Çankiriyê binpêkirina mafan rûda. Hat diyarkirin ku tundiyên girtîgehan veguheriyê îşkenceyên fîzîkî. Vê sibê ji Girtîgeha Tîba E ya Çankiriyê girtiyêk li Fatma Haran a ku li Amedê dimîne geriya û der barê rewşa girtîgehê de axivî: "Piştî bûyera fîrarê ya Girtîgeha Tîba M a Çewlîkê tundiyên li hemberî me zêde bûye. 15 rojin leşker û gardiyan rojê 5 caran bi ser nivingehên (koxuşên) me digrin. Her derî li nava hevdixin belav dikin û bivê jî nesekinin li nivîngehande îşkenceyê li me dikin. Em dixwazin parastvanên mafê mirovan û raya giştî der barê van kiryaran de hestyar bîn." Haran diyar kir ku ji ber wan kiryaran di nava fikaran dene û dê serî li Şaxa TUHAY-DER'ê ya Amedê û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bidin.

Li Girtîgeha Tîba E ya Çankiriyê di 22’ê Adara 2013'an de êrişên girtiyan kiribûn û gelek girtî hatibûn derbkirin. Li ser vê ÎHD li girtîgehê lêkolînkiribûn li gorî encama lêkolînê hatibû diyarkirin Midûrê Girtîgehê Mahmut Çaça û gardiyanan girtî derb kiribûn. Cîhê ku Dozgeriya Komarê der barê midûrê girtîgehê û gardiyana lêpirsînê bide destpê kirin lê Dozgeriya Komarê derbarê girtiyan de lêpirsîn dabû destpê kirin.