Li Girtîgeha Marmarayê êşkence li girtiyê ku bi Kurdî axivî, hate kirin

Li Girtîgeha Marmarayê ji ber Kurdî axaftinê êşkence li girtiyê bi navê Îsa Îpeklî hate kirin.

Li Girtîgeha Marmamarayê (Girtîgeha Sîlîvriyê) girtiyê bi navê Îsa Îpeklî ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê roja 20’ê cotmehê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê hat kirin. Bi hinceta ku Îsa Îpeklî bi girtiyek din re bi Kurdî axivî ye, bi êşkence û gefên leşkeran re rû bi rû ma.

Şaxa Komeleya Hiqûnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê têkildarî nêzîkatiya nijadperest, gefxwarin û êşkencekirina li dijî miwekîlê xwe Îsa Îpeklî daxuyaniyek nivîskî belav kir.

OHD’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku piştî tedawiya Îpeklî bi dawî dibe li odeya sekinandinê bi girtiyek din re bi Kurdî daixive û leşkerên li wir amade bûne ji girtî re gotine, ‘bi zimanek nayê fêmkirin neaxive, piştî hûn çûn qawîşa xwe hûn ê biaxivin’. OHD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku girtî bi mudaxileyek nijadperest re rû bi rû maye û ji ber girtî li dijî vê nêzîkatiyê axaftina bi kurdî dewam kirine û leşkeran heqaret û gef li girtiyan xwariye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku leşkeran heta ku ji nexweşxaneyê Îpeklî birine ber maşîneya rîngê nefes nedaye û nestendiye, heta ku ketiye erdê lêdane.

OHD’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku sûcên ku leşker û polîs dikin bûye polîtîkaya dewletê ya ku her tim dike û nayê wê maneyê ku wezîfedarên cemaweriyê ku sûc dikin neyên darizandin û di sûcê êşkenceyê de demborî nîne.

OHD’ê di daxuyaniyê xwe de xwest ku derbarê leşkerên ji ber axaftina Kurdî êşkence û muameleya xerab li girtiyan kirine demildest ji wezîfeyê bên girtin û derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.

OHD’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em li dijî her cure êrîşên nijadperest û şoven ên li ser ziman û çanda gelê Kurd in. Em ê li dijî van êrîşan û êşkenceyê her li ba gelê xwe cih bigirin. Em ê heta dawiyê van sûcên êşkenceya tê kirin û êrîşên li ser zimanê Kurdî bişopînin.”