Li girtîgeha Kiriklarê rewşa girtiyên xweş xirabe!

Li girtîgeha Kiriklarê rewşa girtiyên xweş xirabe!

Rewşa girtiyên nexweş ên li 2'mîn Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê her diçe giran dibe û daxwaza sewq û ceza bê taloqkirin jî tên redkirin. Girtiyên nexweşiyên wan ên mayînde yên weke şekir, tansiyonê heyî xwestin daxwazên wan bên qebûlkirin.

Girtiyên siyasî yên li 2'mîn Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê têkidarî rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehê name şandin. Girtiyan nav û nexweşiyên girtiyan nivîsîn û bang li rayagiştî ya bihîstiyariyê kirin ku rayedar peywira xwe bi cih bînin kirin. Li gorî nameyê nav û pirsgirêkên girtiyên nexweş wisa ye:

* Fethullah Demirtaş (hikûmxwar): TM Dîck fonksiyon (movên çeneyan dihelin) Bi zexîreyên nerim û biav tê xwedîkirin. Li 3 cihan fitiqa stû heye.

* M. Sîraç Tugluk (hikûmxware): Ameliyata dil a vekirî pêk anî û qepaxa mîtral hatiye guherîn. Anjiyo bûye û ameliyata guatır-troît bûye. Di qirik û roviyên wî de pirsgirêk heye Di prostata wî de îltîhab heye. Tansiyona bilind û her tim bêhal û westiyaye. Têkildarî nexweşiyên wî de li nexweşxaneyê û girtîgehê rapor hene.

* Velî Yavuzkiliç (hikûmxar): Franjît (Kronîk) Hepatît-B (Granul bûye, vegeriyaye sîroza û her tim demanan bikartîne) Varîs, varîncosel, prostad (kronîk) şewba soman.

* Mehmet Kartal (hikûmxar): Hepatît-B, prostat, mîgren, di qirikê de kîst, di ziravê wî de pirsêk heye, varîs û fiqika wî heye. Raporên wî hene.

* Mehmet Yayan (hikûmaxar): Koah (tengbûna bêhnê), nexweşiya Glokum (tansiyona çav) dibe sedema gorbûnê. Mîgren, fitiqa mede, ulser, reflu, derizîna rovî (ji ber Aalfîsurê ameliyat bû), di pergala roviyan de qelsbûn heye, Kronîk alarjî bersiva dermankirinê nade, nerihetiya gurçikê. Ji ber darbeya girtî piyê wî yeê rastê hinek seqet e. Dermanên wî yên bingehîn zirar dîtin. Di sala 2007 û 2009'an de emaliyeta bûn lê çêbûn. Di meşê de zehmetiyan dikêşe.

* Firat Yagmakan (girtî): Hepatît-B (Kronîk) fitiqa stu, bawesîr, tansiyon û nexweşiya med û rovî.

* Murat Yagmakan (girtî): Hepatit-B, di pişîkê de bîopsî bûye. Dermankirina wî didome.

* Vahdettîn Yalçiner (hikûmxwar): Ji sedî 30 vucuda wî di asta 2-3 de şewitiye. Berê ji ber vê yekê hatibû ameliyatkirin li ji ber beşekî cerm jê hate girtin divê çerm lê bê neqilkirin.

* Îhsan Elçîçek (girî): Nerihetiya dil heye.Şiker, tansiyon û romatîzmayên wî hene.

* Seyîthan Kort (hikûmxwar): Hepatit- B.

* A. Vahap Aydemir (girtî): Nexweşiyên prostat û gurçikê heye.

* Servet Kirboga (girtî): Nexweşiya astim, gurçik û ziravê wî de xîz heye.