Li Girtîgeha Kirikkaleyê çi diqewime?

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê li ser zextên ku li wan tê kirin, raporek amade kirin.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê zextên meha Cotmehê kirin rapor.

Raşît Dortyol ê girtî di nameyekê de, ku 1’ê Mijdarê nivîsîbû zextên li girtîgehê wiha rêz kir:

"*2-3’yê Cotmehê û 23-24’ê Cotmehê bi henceta ku ‘hevdîtina vekirî heye’, 16’ê Cotmehê bi ser koxuşan de girtin, em seh kirin û mafê me yê civatê hate astengkirin.

*Mafê me yê civatê yê Cotmehê ku 50 saet bû, 35 saetên vê hatin astengkirin û hiştin ku tenê em 15 saetan vî mafê xwe bi kar bînin.

*Lêgerînên bi navê ewleheyê dikin kirine rewşeke kêfî, 2-13, 18’ê Cotmehê bi ser koxuşan de girtin û em seh kirin. 4-16’ê Cotmehê kontrola giştî kirin. Di van kontrolan de bi henceta ku wê kontrol bikin dest li ser 5 pirtûkan danîn û pirtûk nema anîn.

*Raşît Dortyol 24’ê Cotmehê bihîst ku diya wî çûye ser dilovaniya xwe lê destûr nedanê ku biçe ser cenazeyê diya xwe.,

*Mehmet Bildircin 24’ê Cotmehê sewqî Polîkîlînîka Diranan kirin lê tedawiya bi kelepçeyê lê ferz kirin. Bildircin ê ku tedawiya bi kelepçeyê red kir, ji qada 3’yan a polîkîlînîkê heta bi wesayita rîngê bi kelepçeya destên wî ew kişkişandin. Herdu zendên wî jî êşiyan û li ser çavê wî şopa lêdanê hebû.

*Li banê her hicreyê bi qasî ku bikaribin cihê standina hewayê û nava wê bibîne kamera hatin danîn. Li ser navê ewlehiyê jiyana me ya taybet tê şopandin.

*Daxwaznameyên ku em dinivîsin cihê xwe nabînin. Her çendî gelek caran me daxwazname nivîsîbe jî nimroyê daxwaznameyan nadin ma.

*Ji ber gelek nexweşiyan em sewkî nexweşxaneyan hatine kirin lê me nabin. Mafê me yê tedawiyê tê astengkirin.

*Her çendî hewa cemidî be jî kalorîferan vênaxin. Êşkenceya sermayê li girtiyan dikin.

*Ji bo cezayê disîplînê yên derbarê me îtîrazên me ji bo hakimtiya înfazê têne şandin lê hakimtiya înfazê danişînan bi SEGBÎS’ê dike. Mafê me yê parastinê tê astengkirin û cezayên disîplînê têne pejirandin."