Li girtîgeha Dîzil Away a Kirmanşahê 300 kes li benda bi darvekirinê ne
Li girtîgeha Dîzil Away a Kirmanşahê 300 kes li benda bi darvekirinê ne
Li girtîgeha Dîzil Away a Kirmanşahê 300 kes li benda bi darvekirinê ne
Tevî hikûmet û desthilatdariya komara Îslamî ya Îranê hate guhertin jî, lê dîsan cezayê dij mirovahiyê; bi darvekrin, bi dawî nebû. Hate zanîn tenê li girtîgeha Dîzil Away 3 sed kes li jêr benê darvekirinê dene. Di 5 rojên derbasbûyî de jî 27 kes hatibûn bi darvekirin.
Li gorî zanyariyên bidest ketine tenê li girtîgeha Dîzil Away a bajarê Kirmanşahê zêdetirî 3 sed kes li benda darvekirinê ne. Li gorî heman serçaveyan rayedarên zindanê her roj kiryarên dij mirovatî li girtiyan dikin.
Li aliyê din li gorî rapora mafê mirovan ya Îranê, di nava 5 rojên derbasbûyî de nêzî 27 kes li bajarên Îranê hatine darve kirin.
Hêjayî gotinê ye ku, ji roja Serokkomar Hesen Rohanî û kabîneya xwe hatin ser desthilatdarî heya niha 177 kes li Îranê hatine bi darve kirin.