Li girtîgeha Denizlî li qawîşa 6 kesî 17 kes dimînin

Li qawîşeke girtîgeha Denizlî ya 6 kesî, 17 kes lê diminin, li ser her cihekî 3 kes radikevin.

Desthilta AKP-MHP’ê ya li dijî gefa belavbûna vîrûsa korona ya li girtîgehan ti tedbîrek negirtiye, jiyana girtiyan dixe xeteriyê û pêkanînên der hiqûqî didominin.

Mahmût Bagiryanik ê ji doza dihate darezandin bi îdîaya ‘endamê rêxistinê’ 22 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û li Girtîgeha Tîpa T a Denizlî Koçbaş 4 sal in lê dimîne, pirsgirêkên xwe bi rêya telefonê ji hevjîna xwe Remziye Bagiryanik re vegot. Bagiryanik anî ziman ku rêveberiya girtîgehê gu qawîşên siyasî kiriye yek û ji ber v ê li qawîşa 6 kes lê dimîne 17 kes hatiye bicihkirin, ji ber vê li her cihekî du yan sê kes radikevin.

Bagiryanik bal kişand ser nedayîna maske, lepik û amûrên paqijiyê û got: “Ji ber ku hejmara me pir e, em nikarin baş nefesê bigirin. Hefteya borî pirsgirêkên êşa gewrî û grîbê li gel hinek hevalên me peyda bû. Doxtor dermanek didin û dişînin. Ji ber wê dema nexweş dibin naçin doxtor. Daxwazên me pêk nayê. Tenê weke amûrên paqijiyê melhemek biçûk ya dest dane. Bi derfetên xwe yên kêm em xwe ji nexweşiyê diparêzin.”

Bagiryanik diyar kir ku ji bo biçin qawîşek hê mezintir daxwazname dane, rêveberiya girtîgehê hê bersiv nedaye daxwazên wan.

Her wiha Remziye Bagiryanik nerazîbûn nîşqanî sererastkirina qanûna înfazê jî da.