Li Girtîgeha Bunyan êşkencê li girtiyan dikin

Bayram Sevgîn ê li Girtîgeha Bunyan tê ragirtin ragihand ku tên êşkencekirin. Gardiyan cilên girtiyan jê dikin û gefa ‘hûnê hêza Tirkan’ bibînin li wan dikin.

Baryram Sevgîn (28) ê li 5 sal in li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin, bi rêya telefonê ya mafê heftiyane li gel malbata xwe axivî û diyar kir ku li gel 4 hevalên xwe gardiyanan êşkence li wan kiriye.

Bayram Sevgîn ê li xwişka xwe Emîne Sevgîn geriya diyar kir ku 5’ê Nîsanê ji kantînê hinek tişt xwestine lê di nava tiştên xwestin de yek nebû û gardiyan bi zorê tiştek din xwestine bidinê, dema li dijî vê derketin, gardiyanan ji bo wan gotine: ‘Tu wê vê bigirî. Em bêjin rûne tê rûnî, bêjîn rabe tê rabî.’

Sevgîn anî ziman ku piştre jî heqaret, dijûn ji bo wan kirine, bi metal û jopan li wan dane. Sevgîn got ev rewş ji saet 13:30’î destpê kir heta 16:00 dom kiriye.

Sevgîn destnîşan kir ku di dema bûyerê de sergardiyan û midûr jî amade bû û got: “Me heta odê kaş kirin. Heta cilê me ji me kirin. Em tacîz kirin, ketin nava tevgerê ku rûmeta mirovan dişkînin. Gefên ‘Gelo we hêza dewleta Tirk dît? Em ê hêza dewleta Tirk nîşanî we bidin’ kirin.”

Sevgîn anî ziman ku ewlekariya ruhê wan tine û wiha pêde çû: “Dema dibin revîrê doxtorê girtîgehê raporê nadin wan, doxtor êrîşê dinixûmîne. Doxtor ji bo wan dibêjin; ‘Ev şop û reş û şiniyên li ser laşê we yên berê ne’. Eger xwîna min jî vexwin ez serî natewînim. Ev nêzîkatî tenê ji ber ku ez Kurdim dikin. Niha dema dikevim eywanê gotinan dikin. Em bersiv nadin. Tên bi tundî li deriyan dixin. Dema li me dan, hucreya ku wê me lê bicihkiribana, nexweşên koronayê lê bûn, ew derxistine em bi cih kirin. Ji bo ‘bimirin’ em xistin vî cihê nexweş. Dema hevalekî me serê wî nehate dirûtin, bi zimbeyê kêlî avêtinê. Tiştên qewimîn hemû jî hatine tomarkirin.”