Li Girkê Legê 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe jidest dan

Li Girkê Legê 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe jidest dan

Navenda Ragihandinê ya YPG᾿ê bi daxuyaniyekî nivîskî ragiyand ku, 2 şervanê wan di encama êrîşa komên çete de jiyana xwe ji dest daneû navê wan aşkera kir.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) da navê 2 şervanên ku îro êvarê di encama êrîşa komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam bi topê hawanê êrîşî ser benda kontrolê ya nêzî Mezreya Kelmen El Medal ku li ser riya navnetewî a di navber Çelaxa û Til Koçer de ji yana xwe jidest dane û navê wan aşkera kir.

Şervanên YPG’ê ên jiyana xwe ji dest dane, Çekdar Rûstem binasnav Çekdar Amed 1993’an li gundê Sêkera yê Girkê Legê ji dayîkbûye, Cûdî Rûstem binasnav Rûstem Botan sala 1992’an li Dêrikê ji dayîkbûye.