Li Girê Spî (Til Ebyad) pevçûnên dijwar: 26 çekdar hatin kuştin

Li Girê Spî (Til Ebyad) pevçûnên dijwar: 26 çekdar hatin kuştin

Piştî ku komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîladî Şam/ Eniya El-Nusra li Girê Spî êrîşî malên Kurdan kirin, hêzên YPG’ê jî mudaxeleyî van koman kir. Di pevçûnên duh de 26 êrîşkar hatin kuştin û hinek jî dîl hatin girtin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, şevê din li derdora gundê Kur Hiso ku 7 kîlometre dikeve rojavayê Til Ebyad ê di navbera hêzên YPG’ê û Eniya El-Nusra de pevçûnên dijwar diqewimin. Hate ragihandin ku di encama pevçûnan de 26 çekdarên El-Nusra hatin kuştin û hinek jî dîl ketine destên YPG’ê. Her wiha 2 çekên qarnas, 2 çekên BKC û doçkayek hatine desteserkirin, doçkayek hatiye rûxandin, 2 maşîne jî hatine şewitandin û tankek jî hatiye derbkirin.

Hate gotin ku di encama pevçûnan de gundê Kur Hiso ketiye destê YPG’ê. Hate ragihandin ku hêzên YPG’ê ji Kur Hiso heta gundên Ceren û Sikeryatê bendên kontrolê danîne û Sikeryat jî dorpêç kirine.

Komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîladî Şam/ Eniya El-Nusra di 18’ê Tîrmehê de Mala Gel a ku welatiyên Kurd li Til Ebyadê vekiribû dorpêç kiribû û xwestibûn ku Kurdan ji herêmê derxin. Li ser vê yekê hinek rûspiyên Ereb û Kurd ketibûn navberê, lê tu encam nehatibûn girtin. Di 20’ê Tîrmehê de jî heman koman êrîşî taxên Kurdan kiribûn û bi sedan kes girtibûn, êşkence li wan kiribûn. Li ser vê yekê hêzên Eniya El-Ekrad ku ji aliyê Kurdan ve hatiye avakirin, bersiva êrîşkaran da û pevçûnên dijwar derketin. Di pevçûnan de 35 êrîşkar hatibûn kuştin. Piştî van pevçûnan YPG’ê jî aşkera kiribû ku ew ê bersiva êrîşan bide.