Li Girê Spî 7 endamên El-Nusra hatin kutşin
Li Girê Spî 7 endamên El-Nusra hatin kutşin
Li Girê Spî 7 endamên El-Nusra hatin kutşin
Duh di saetên êvarê de li derdora gundê Sûsik û Melûh El-Qemer ên Girê Spî (Til Ebyedê) di navbera hêzên YPG’ê û Komên çekdar pevçûn didomin. Hate zanîn di van pevçûnan de 7 endamên komên çekdar hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh di saetên êvarê de li derdora gundê Sûsik ê Til Ebyedê di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê(DAIŞ)/Cebhet El-Nusra pevçûn qewimîne. Hate zanîn di pevçûnan de 4 endamên komên çekdar hatine kutşin.
Hate hînbûn ku li derdora gundê Melûh El-Qemer a Til Ebyedê jî di navber hêzên YPG’ê û DAIŞ/Cebhet El-Nusra pevçûn derketine. Li gora agahiyên hatine bi destxistin di van pevçûnan de jî 3 endamên komên çekdar hatine kutşin.
Li gora çavkaniyên herêmî pevçûnên li gundên Sûsik û Melûh El Qemer cih bi cih didomin.