Li Girê Spî 6 çete hatin kuştin
Li Girê Spî 6 çete hatin kuştin
Li Girê Spî 6 çete hatin kuştin
Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê êrîşî bendên YPG’ê yên li gundê Bîr Kina ya girêdayî Girê Spî kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv dan û pevçûn derketin. Di pevçûnan de 6 çete hatine kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh saet di 16.00’an de komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê êrîşî bendên YPG’ê yên li gundê Bîr Kino ya girêdayî Girê Spî kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiva êrîşan dan. Çavkaniyên YPG’ê diyarkirin ku di encama pevçûnan de 6 çete hatine kutşin. Hate hînbûn ku komên çete piştî cenazeyên kuştiyên xwe rakirin ji herêmê hatin dûrixistin.