Li Geverê wesayîta zirxî li kesekê da û giran birîndar kir

Li navçeya Gevar a Colemêrgê wesayîta zirxî  li Halît Artik ê 56 salî da. Artik ê rewşa wî giran e tê emelyatkirin.

Li Geverê wesayîta zirxî li Halît Artik da. Dema Halît Artik li ser Rêya Cengîz Topal derbas dibû, wesayîta zirxî ya bi lez dihat lê qelibî. Artik ê wesayît lê da, rakirin Nexwexaneya Dewletê  ya Geverê. Welatiyên ku helwest nîşanî vê rewşê dan polîsan gef û heqaret li wan kirin.

Artik ê rewşa wî giran û emelyat dikin, xeterî heye ku lingekî wê bê jêkirin.

Li aliyê din 8’ê Cotmeha 2016’an bi guleyên ji wesayîta zirxî hatibûn berdan, 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 2 jî birîndar bibûn.