Li Geverê pevçûn

Li Geverê pevçûn

Polîsan mudaxale li daxuyaniya ji bo şermezarkirina qetilkirina Medenî Yildirim ku ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya hate lidarxistin, kir. Piştî mudaxaleyê pêvçûna ku di navbera polîs û ciwanan de derket, didome.

Rêxistina BDP'ê ya Geverê ji bo şermezarkirina êrîşa leşkeran li gundê Hezana Licê ya Amedê ku di encamê de ciwanê bi navê Medenî Yildirim (18) jiyana xwe ji dest da û 8 kes birîndar bibû, ji ber avahiya BDP'ê ya Geverê heta Otela Osloyê meş li dar xist. Demo li ber otelê daxuyanî dihat dayîn di navbera ciwan û polîsan de nîqaş derket. Ji ber ku nîqaş mezin bû, di navbera ciwan û polîsan de pêvçûn rû da. Ciwanan li hemberî mudaxaleya polîsan a bi gaz û ava şid, bi fîşekên hewaî û keviran bersiv da.

Piştî mudaxaleyê esnafan kepenkên xwe girtin. Pêvçûna ku di navbera polîs û ciwanên ku li ser riya Şemzînanê kom bûn derket, didome.