Li Geverê operasyon

Li Geverê operasyon

Artêşa Tirk liv û tevgera xwe ya li ser sinorê Başûrê Kurdistanê zêde kir. Li navçeya Gever a Colemêrgê operasyon hat destpê kirin, leşker şandin Bêşebabê. Li herêma Cudî jî tevgerekî balefirên keşfê ya zêde heye.

 HPG’ê der barê liv û tevgera artêşa Tirk ya li ser sinorê Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî de li navçeya Colemêrgê Geverê leşkerên girêdayî Tabura Efe dest bi operasyonê kirine. Operasyona ku di 9’ê Cotmehê de hatiye destpê kirin hîna jî berdewam dike.

Li gorî daxuyaniyê li navçeya Şirnexê Bêşebabê li Karakula Kemanê û Tugaya Bêşebabê li gel helîkopterên Skosky liv û tevger zêdeye û leşker têne şandina navçeyê.

Li Şirnexê herêma Çiyayê Cudî balefirên bê mirov keşfa xwe zêde kirin û di navbera navçeya Cizîrê Dadarê û gundê Hesana de faaliyetên kemîndanînê tên pêkanîn.