Li Geverê gelek kes hatin binçavkirin
Li Geverê bûyerên piştî merasîma cenazeyê şervanê YPG'ê Serdar Çîçek rû dan didomin. Polîsên li bajêr teror meşandin herî kêm 10 ciwan binçav kirin.
Li Geverê bûyerên piştî merasîma cenazeyê şervanê YPG'ê Serdar Çîçek rû dan didomin. Polîsên li bajêr teror meşandin herî kêm 10 ciwan binçav kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bûyerên piştî merasîma cenazeyê şervanê YPG'ê Serdar Çîçek rû dan, li Cadeya Cengîz Topel didomin. Polîsên cade bi wesayîtên zirxî girtin, di pevçûnan de herî kêm 10 ciwan binçav kirin. Ciwanên hatin binçavkirin bi wesayîtên zirxî birin, li hember êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid ciwan bi molotofkokteyl, kevir û bombeyên gazê bersiv didin.
Polîs bi taybet li taxên Kişla û Cumhuriyet asta mudaxeleyê zêde kirin, tax bi bombeyên gazê tijî bûn. Tîmen taybet ên dem bi dem ji wesayîtan dadikevin li kolanan derketine nêçîra binçavkirinan.
Xwendekarên ji dibistanan diçûn malên xwe jî ji bombeyên gazê yên polîs diavêjin bandor bûn.