Li Geverê dema ku wesayîta leşkerî derbas dibû, teqînek pêk hat
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dema ku wesayîta leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker derbas dibû, teqînek pêk hat.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dema ku wesayîta leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker derbas dibû, teqînek pêk hat.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine teqîn di navbera gundên Sînava û Şitaziyê ya li ser rêya Oremarê pêk hatiye.
Piştî teqînê gelek ambûlans û helîkopter çûn herêmê. Têkildarî encamên teqînê tu agahî nehatin stendin û hate ragihandin ku hin birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.