Li Gever û Bismilê operasyonên qirkirina siyasî

Li Geverê, Rêveberê DBP'ê yê Navçeyê Ercan Sevmez, di dema kontrola li ser rê de ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin.

Li Geverê, Rêveberê DBP'ê yê Navçeyê Ercan Sevmez, di dema kontrola li ser rê de ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Li Bismilê jî xwendekarê zanîngehê Mazlûm Demîrtaş hat girtin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, Rêveberê DBP'ê yê Navçeyê Ercan Sevmez dema diçû navenda bajêr, danê sibehê li ser rê ji aliyê leşkerên Qereqola Jendermeyan a Yenîkopru ve hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Sevmez nehat hînbûn. Hat ragihandin, ku Sevmez birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

Li aliyê din, Serokê DTP a hat girtin yê navçeyê Husnu Bûlgan û ciwanê bi navê Reşat Înce yên duh hatin binçavkirin, tê payîn îro sewqî edliyeyê werin kirin.

LI BISMILÊ XWENDEKARÊ ZANÎNGEHÊ HAT GIRTIN

Xwendekarê zanîngehê Mazlûm Demîrtaş ê ji Bismilê, ku di 22'ê Çileyê de hat binçavkirin û dûre bi şertê serbestiya bi kontrol hat berdan, li ser îtiraza dozgeriyê hat girtin.

Demîrtaş dema ji bo îmze avêtinê çû Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Bismilê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Demîrtaş dûre hat girtin.