Li gelek welatên Ewropayê çalakî ji bo Efrînê hatin lidarxistin
Li dijî komkujiya sivîlan û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, li gelek welatên Ewropayê duh jî çalakî hatin lidarxistin.
Li dijî komkujiya sivîlan û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, li gelek welatên Ewropayê duh jî çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, nobeda Kurdan û dostên wan a ji bo Efrînê duh êvarê jî dewam kir. Bi dehan Kurdistanî û dostên wan ên Tirkiyeyî û Fransayî tevlî çalakiyê bûn.
ST. GALLEN: Li Kantona St. Gallen a Swîsreyê bi banga Platforma Berxwedanê ya EfrîNê danê êvarê xwepêşandanek hate lidarxistin. Çalakgeran ragihandin ku wê her êvarê çalakiya xwe bidomînin.
KOPENHAGEN: Êrîşên li ser Efrînê, li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi mîtîngekê hatin lşermezarikrin. Qisekeran diyar kirin ku dewleta Tirk bi barbarî êrîşî desketiyên Kurdan dike û gotin, çalakiyên wan ên li dijî êrîşên dewleta Tirk wê bidomin.
TORÎNO: Kurdistanî û dostên wan ên Îtalyayî, li bajarê Torîno yê Îtalyayê li meydana Pîazza Castello çalakiyek protestoyî li dar xistin. Çalakgeran Operasyona Şoreşgerî ya Avesta Xabûr a şervanên li Efrînê silav kirin.
LEEDS: Kurdistaniyên li herêma Leeds a li Bakurê Îngilîstanê dijîn, bi pêşnegiya PJAK'ê li hev civiyan. Bi sedan kesên tevlî çalakiyê bûn ji bo Efrînê banga xwedîderketinê kirin. Her wiha helwesta Rûsya, DYA û Qraliyeta Yekbûyî ya li pêşberî van êrîşan hate şermezarkirin.
OXFORD: Kurdên li Başûrê Îngilîstanê dijîn, ji bo xwedî li Efrînê derkevin li Oxfordê çalakî pêk anîn. Kurdistanî û dostên wan xwestin, herêma Efrînê ji firîna balafirên şer bê qedexekirin û desteka hikumeta Brîtanyayê ya ji bo Tirkiyeyê şermezar kirin.
PARÎS: Çalakiyên protestoyî yên li paytexta Fransa Parîsê dewam dikin. Danê êvarê bi pêşengiya Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Fransayê, li meydana Repûblîqûe çalakiyeke bi meşaleyan hate kirin.
DRANCY: Li banliyoya Drancy a Parîsê, Kurdistanî bi meşaleyan meşiyan û dirûşma "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" qîriyan. Di çalakiyê de li ser êrîşên dewleta Tirk belavok hatin belavkirin û ji bo çalakiyên xwedîderketina li Efrînê banga tevlîbûnê hate kirin.
VÎLLÎERS LE BEL: Kurdistanî û dostên wan ên li Vîllîers Le Belê dijîn, bi meşaleyan meşek orgarnîze kirin û bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan, piştevanê wî Ewropa", "Bijî berxwedana Efrînê" heta ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Vîllîers Le Belê meşiyan.
MARSÎLYA: Bi beşdariya bi sedan kesî li bajarê Marsîlya yê Fraansayê li meydana Canebîereyê mîtîngek hate lidarxistin. Ji Komîteya Efrînê Kemal Guler li vir axivî û got, "Roj roja yekîtiyê ye. Em her kes dibînin bê li Efrînê çi diqewime. Dewleta Tirk a faşîst bi rojane nikare li Efrînê bi pêş ve biçe. Lewma êrîşî sivîlan dike. Çekên qedexekirî bi kar tîne, bi balafiran bombeyan dibarîne, lê wê nikaribe berxwedana Kurdan bişikîne. Em Kurdên li Ewropayê jî divê bi şev û roj li qadan bin."
HANNOVER: Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê, li bajarê Hannover ê Elmanyayê meş û mîtîngek hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîd Avesta Xabûr û hemû şervanên azadiyê, bi Elmanî, Kurdî û Tirkî axaftin hatin kirin û êrîşkariay dewleta Tirk hate şermezarkirin.
FRANKFÛRT: Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, Kurdistanî duh êvarê li ber HBF li hev civiyan û ber bi navenda bajêr Haûpwacheyê ve meşiyan. Siyasetmedarê Kurd Sehat Agirî li qada mîtîngê axivî û got, "Çawa ku me bi berxwedaneke mezin Kobanê ji DAÎŞ'ê paqij kir, Efrîn jî wê bibe goristana Komara Tirkiyeyê."