Li gelek welatan kongreyên NCDK'ê hatin kirin

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ên li gelek bajarên Elmanya, Awûstûrya û Hollandayê kongreyên xwe kirin û rêveberiyên xwe yên nû hilbijartin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ên li gelek bajarên Elmanya, Awûstûrya û Hollandayê kongreyên xwe kirin û rêveberiyên xwe yên nû hilbijartin.

DARMSTADT: NCDK a li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, kongreya xwe pêk anî û rêveberiya nû ya ji 37 kesan hilbijart. Mehmet Çoban û Hatice Ardıl bûn hevserokên NCDK'ê.

DUISBURG: Kongreya 6. a NCDK a bajarê Duisburg ê Elmanyayê bi beşdariya 200 kesî pêk hat. Kongre diyarî berxwedana Efrînê hate kirin. Piştî xwendin û nirxandina raporan, siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş li ser pêvajoya dawî ya siyasî axivî. Dûre 15 komîsyon û meclîsa ji 71 endamî hatin hilbijartin. Esra Uzun û Şahin Çelebi bûn hevserok.

MANNHEIM: Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, NCDK'ê kongreya xwe ya 5. lidar xist. Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer, endamê Têkiliyên Derve Bahaddin Doğan û endama YJK Naile Kurt tevlî kongreyê bûn û peyamên Partiya Çep a Elman (Die Linke), Partiya Marksist Leninist a Elmanyayê (MLPD), ATİF, AGİF û NAV-DEM'ê hatin xwendin. Nûnerên HDP Ewropa û ADHK jî tevlî kongreyê bûn. Di dawiyê de 9 komîsyon û 51 endam hatin hilbijartin. Halis Doğan û Gulê Malatya bûn hevserok.

WUPPERTAL: NCDK a bajarê Wuppertalê jî kongreya xwe pêk anî. Li dû nirxandina rewşa siyasî, raporên kar hatin xwendin û nirxandin. Di dawiyê de komîsyonên ji bo serdema hû hatin hilbijartin.

HANNOVER: NCDK a Hannoverê kongreya xwe ya 9'an bi beşdariya bi sedan delegeyî pêk anî. Hozan Seyîdxan rewşa dawî ya siyasî nirxand. Dûre meclîsa nû ya ji 67 kesî hate hilbijartin. Ayfer Amara û Ciwan Çewlig bûn hevserok.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, NCDK'ê 5. kongreya xwe ya asayî pêk anî. Piştî nirxandina rewşa siyasî hilbijartin hate kirin û Nurcan Güleryüz û Ali Uzun bûn hevserok.

DEN HAAG: NCDK a li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî 12. kongreya xwe ya asayî pêk anî. Endama Meclîsa Şaredariya Den Haagê Fatima Faid li kongreyê axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna Kurdan a ji bo mirovahiyê. Kongre bi hlibijartina endamên nû yên NCDK'ê û hevserokan bi dawî bû.