Li gelek navendan çalakiyên Kobanê

Li gelek navendan çalakiyên Kobanê

Bi hezaran kesên êrîşên DAIŞ ên li hember Kobanê şermezar kirin tevahiya şevê daketin qadan û çalakiyên piştgiriya bi YPG/YPJ’ê re pêk anîn.

GEVER

Li navçeya Gever a Colemêrgê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê di konê berxwedanê yê li terqa rê ya girtîgeha berê hat vedan de çalakî pêk anîn. Li qada kon lê pankartên “Yê di jiyanê de qezenc neke wê di şer de qezenc neke”, “Yan Kobanê yan mirin şer şer şer” daliqandin. Li qadê agir hat dadan, bê navber fîşekên hewayî hatin teqandin. Kesên heya saetên derengiya şevê şiyar man, di nobetê de pêvajoya siyasî nirxandin.

SILOPIYA

Li gelek taxên navçeya Silopiya ya Şirnexê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û hevkariya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ re di saetên şevê de girseyê li gelek nuqteyên Rêya Îpekê bend hatin danîn û rê li trafîkê girtin, polîsan jî êrîşî girseyê kir. Ciwanan bi molotofkokteylan, kevir, fîşekên hewayî bersiva êrîşa polîsan da. Di pevçûnan de yek li Taxa Ofîs, a din jî li Taxa Cûdî du wesayîtên zirxî hatin qulibandin. Li ser vê yekê polîsan û leşkeran bi guleyên rastî êrîşî gel kirin.

Di pevçûnên derketin de di mijara mirî û birîndaran de agahî nehatin girtin, ji ber gaza îsotê ya polîsan  di mala du kesan de agir derket. Di şewata derket de di malan de zerara madî çêbû, wesayîta welatiyekî jî zarer dît.

Piştî pevçûnên derketin li gelek nuqteyên navenda bajar wesayîtên leşkerî hatin bicih kirin. Li gelek nuqteyan jî kontrola nasnameya hat kirin. Bûyer ku di saetên derengiya şevê de bidawî bûn, dengê çekan heya sibehê dewam kir.

ENQERE

Pêkhateyên Demokratîk û Kedê yên Keçîoren bi armanca şermezarkirina dorpêça li Kobanê û 32 kesên li Kurdistan û Tirkiyeyê di çalakiyên şermezarkirinê de di encama mudaxeleyên tund de jiyana xwe ji dest dan li Qada Danişment hatin gel hev. Gel pankarta “DAIŞ dikuje, AKP diparêze, Kobanê li ber xwe bide em bi te re ne” vekirin heya Qada Încîrlî meşiyan, ser hev dirûşmayên “Eger tezkere derketibe bila Bîlal biçe leşkeriyê” û “Bijî berxwedana Kobanê” gotin.

Piştî girse giha Qada Încîrlî daxuyaniya çapemeniye ji aliyê endamê Mala Gel a Keçîoren Sila Uzunpinar ve hat xwendin û diyar kir Kobanê sembola demokrastiya azadî serxwebûnê ye. Uzunpinar got: “Berxwedana Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd e, hemû însanetiyê eleqedar dike. Ji ber îro di hedefa DAIŞ de ne tenê gelê Kurd heye, Elewî, jin û hemû beşên nirxên civakê diparêzin ên çepgir û sosyalist hene.” Uzunpinar wiha jî got: “AKP bi armanca astengkirina piştgiriya ji bo Kobanê derketina kolanan qedexe kir. Leşker û faşîstên sivîl daxistin bajaran û li ser gel pêkutiyên tund kir. Ji bo DAIŞ piştgiriya lojîstîk pêk tîne.”

TÛTAK

Li navçeya Tûtak a Agirî êrîş û binçavkirinên polîsan ên li hemberî gelê êrîşên li dijî Kobanê hatin şermezarkirin, li ber Edliyeya Tûtak daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Li vir jî êrîşên polîsan û binçavkirinên gel hatin şermezarkirin.

Piştî axaftinan dirûşmaya “Êrîş wê me têk nebin” hat gotin.

LI EDENE JI GIRTIYAN SERHILDAN

Li Edene girtiyên siyasî ên di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçûler ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember  Kobanê ragihandin ku biryara heyvekê dernekevin hevdîtinan girtine. Girtiyên bi telefonan li malbatên xwe geriyan gotin ku vê mehê neyên hevdîtinan û diyar kirin li hemberî hovîtiya DAIŞ biryara heyvekê dernekevin hevdîtinan dane.

LI GIRTÎGEHA SÎNCAN KAMPANYAYA ALÎKARIYÊ

Li aliyê din girtiyên li Girtîgeha Sîncar a Enqereyê ji bo Rojava û Kobanê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin. Girtiyên kincên xwe bi armanca alîkariyê radestî Şaxa TUHD FED a Mêrsînê kirin, diyar kirin wê kampanayaya wan bidome.