Li gelek bajarên Elmanyayê '7000 find' hatin vêxistin
Çalakiyên li Ewropayê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Jinan li gelek bajaran ji bo 7000 çalakgerên greva birçîbûnê find vêxistin.
Çalakiyên li Ewropayê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Jinan li gelek bajaran ji bo 7000 çalakgerên greva birçîbûnê find vêxistin.
Li gelek bajarên Elmanyayê, bi vêxistina 7000 findan xwedî li berxwedêrên greva birçîbûnê hate derxistin. Çalakî bi banga Tevgera Jinên Kurd a li Elmanyayê pêk hat.
ESSEN: Ji bo xwedîderketina li çalakiya grevên birçîbûnê û şermezarkirina bêdengiya li pêşberî vê berxwedanê, li bajarê Essen ê Elmanyayê 7000 find hatin vêxistin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinên Şengalê ya Bêrîvan ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de gelek belavok jî hatin belavkirin.
DORTMUND: Li Dortmundê çalakiyeke bi heman rengî hate organîzekirin, lê belê ji ber ku hate astengkirin, çalakgeran pankarta bi nivîsa "7000 mirov di greva birçîbûnê de ne, ji bo piştgiriyê tu jî îmze bike" vekirin. Çalakiyê gelekî bal kişand.
AACHEN: Çalakiya vêxistina 7000 findan li bajarê Aachenê li qada Elisenbrunnenê pêk hat. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û gelek Elmanan jî ji bo piştgiriyê find vêxistin.
DUSSELDORF: Çalakiya li Dusseldorfê jî saet 17'an li Heinrich-Heine-Platzê pêk hat. Di çalakiyê de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
STUTTGART: Li bajarê Stuttgartê, ji bo vêxistina findan li Marstalleck/Konigstrasseyê li hev civiyan. Çalakgeran li ser rê gelek find vêxistin.
FRIEDRICSHAFEN: Bajarekî din ê heman çalakî pêk hat Friedrichshafen bû. Li gel vêxistina findan, li ser armanca berxwedêrên greva birçîbûnê gelek belavok hatin belavkirin.
MAINZ: Çalakiya li Mainzê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Viyan ve hate lidarxistin û 7 hezar find hatin vêxistin.
HAMBURG: Li bajarê Hamburgê, Kurdistanî û dostên wan ji bo bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de ne find vêxistin.
MUNCHEN: Çalakiya li Munchenê ji aliyê Komuna Jinê ya Sara ve hate lidarxistin. Çalakgeran wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hildan û gelek belavok belav kirin.
BERLÎN: Li paytext Berlînê jî ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji grevên birçîbûnê re, çalakiya vêxistina 7 hezar findan pêk hat. Bi vê armancê girseyeke qelebalix li qada "Potsdamer Platzê" li hev civiya û find vêxist.
HALLE: Li bajarê Halleyê jî Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan û 7 hezar find vêxistin. Di çalakiyê de li ser rewşa Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan agahî hate dayin.