Li gelek bajaran tecrîd û biryara DMME hate protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DMME ya ku êşkenceya li Îmralî tune dibîne li Amsterdam, Marsîlya, Montpellîer û Pafosê bi çalakiyan hate prosesto kirin.

AMSTERDAM

Li bajarê Hollanda Amsterdamê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DMM’ê ya tune dîtina êşkenceya li Îmralî bi mîtîngeke girseyî hate protesto kirin. Di mîtîngê de belavokên bi zimanê Hollandî hatin belavkirin û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina tecrîdê hatin berzkirin. Di mîtîngê de serdana Erdogan a ji bo Elmanyayê jî hate protesto kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransa tecrîda li ser Ocalan bi meşekê hate protesto kirin. Meş bi pêşengiya Ciwanên Azad û NCDK Marsîl seat 15:00’an li qada Canabîer destpê kir. Ciwanan heta Qada Vîeûx-Port meşiyan û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’  û ‘Ji Ocalan re azadî’ berz kirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakî li qada Vîeûx-Portê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û tecrîd, biryara DMME û serdana Erdogan a ji bo Elmanyayê hate protesto kirin.

MONTPELLIER

Tecrîda li ser Ocalan li bajarê Montpellîer ê Fransayê jî hate protesto kirin.

Li ser banga NCDK’ê Kurdistanî li Parka Peyroû Pîtot li ehv civiyan û heta Qada Comedîe ya navenda bajar meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Em hemû PKK’yî ne’, ‘Ji Kurdistanê re statu, ji Ocalan re azadî’ , ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Kujer Erdogan’ hatin berzkrin.

Meş li Qada Comedîe veguherî mîtîngê û endamê Dîwana Hevserokatiya CDK-E Cevat Guneş axivî û wiha got; “Bila neyê jibîrkirin em hemû deyndarê Rêber Apo ne û heta ku em wî azad nekin ewlehiya tu kesî ya jiyanê nîne û divê em li gorî vê tevger bikin. Biryara DMME ya siyasî em şermezar dikin. Bi vê biryarê nêzikatiya xwe ya bi gelê Kurd re dan nîşandan.”

Nûnerên partiyên çepgir ên Fransayê jî beşdarî meş û mîtîngê bûn. Mîtîng bi axaftin û dirûşmeyan bi dawî bû.

PAFOS

Li bajarê Pafos ê Qibrisê jî bi armanca balkişandina li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence û saziyên navnetewî hate kirin û belavok hatin belavkirin.