Li Parîs, Viyana û Grazê tecrîd hate protestokirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarê Ewropa bi çalakiyan tên protestokirin.

 Li paytexta Fransa Parîs, paytexta Awûstûrya Viyana û bajarê Grazê tecrîdkirina Ocalan hate protestokirin.

PARÎS

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Koneya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) li Qada Repûbîqûe saet 17:00’an meşek hate kirin.

Meşa ku Kurdistanî û dostên wan tevlî bû, jinana pankarta bi nivîsa ‘Jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di xeteriyê de ye, berpirs komploger û yên girtine ye’ vekirin. Di tevahî meşê de dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Dîktagor Erdogan’ hate qîrkirin û belavok hatin belavkirin.

Girseya gel a bi gihiştina Qada Bastîllayê mîtîngek lidar xistin.Mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir siyasetmedarê Kurd Firat Varto axivî û got: “Rêber Apo lîderekî ku bûye hêvîiya hemû gelên hejar ên li Rojhilata Navîn, ciwanan û jinan. Heta azadiya Ocalan wê çalakiyên me bidomin.

Çalakî bi dirûşma ‘Bê Serok jiyan nabe’ve bi dawî bû.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê mîtîna ‘Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re aştî’ hate kirin. Mîtînga ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Viyanayê ve hate kirin, li Qada Hofbûrg Heldenplatzê pêk hat.

Mîtîng bi rêzgirtina di kesayeta Umît Acar ê ji bo protestokirina tecrîdê û hevkariya hikûmeta Elman-Tirk canê xwe dabû ber agir û hemû şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Di mîtîngê de Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Viyanayê Nûrcan Guleryz axivî û diyar kir ku ev 20 sal in Ocalan li Îmraliyê tê girtin.

Guleryuz bibîr xist ku ev 7 salin parêzer nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin û got: “Fikarên me yên di derbarê jiyana Rêbertiya me de her diçe zêde dibe.”

Mîtînga ku nêzî du saetan dom kir, bi dirûşmên şermezarkirina komplo û tecrîdê belav bûn.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Herrengasse saet 15:00’an Kurdistanî hatin ba hev û tecrîdkirina Ocalan protesto kirin.

Di çalakiyê de pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’ hate vekirin û gelek belavok hatin belavkirin.