NÛ BÛ

Li gelek bajaran kongreyên NCDK û Meclîsên Gel hatin ldiarxistin

Li banliyoyên Vîllîers le Bel û Evry ên paytexta Fransa Parîsê meclîsên gel, li bajarên Kleve û Aûrîch ên Elmanyayê û li Viyanayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe lidar xistin.

Li banliyoyên Vîllîers le Bel û Evry ên paytexta Fransa Parîsê meclîsên gel, li bajarên Kleve û Aûrîch ên Elmanyayê û li Viyanayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe lidar xistin.

VÎLLÎERS LE BEL: Meclîsa Gel a NCDK a li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê, kongreya xwe ya çaremîn bi beşdariya 400 delegeyî pêk anî. Nûnerê KNK'ê Akîf Yaşar li vir axivî û bal kişand ser girîngiya meclîsa gel. Yaşar rewşa li Kurdistanê jî nirxand û got, "Nîşaneya herî baş a şoreşa civakî, şoreşa Rojava ye. Tevgera me vê modela alternatîf a şoreşa civakî pêşkêşî Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dike. Lazim e ev baş were fêhmkirin." Yaşar işaret bi referandûma 16'ê Nîsanê jî kir û anî ziman, ew ê hişmendî, coş û kelecana Newrozê derbasî ser sindoqan bikin û ji bo dayîna dengê 'NA' bang kir. Di kongreyê de piştî nirxandina karê salekê meclîsa nû ya ji 53 kesa hat hilbijartin. Saniye Ayik û Dogan Kahraman jî weke Hevserok hatin hilbijartin.

EVRY: Li banliyoya Evry jî kongreya çaremîn a meclîsa gel bi beşdariya bi sedan delegeyî hate lidarxistin. Qisekeran dan zanîn, têkoşîna azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê gav bi gav ber bi serketinê ve diçe û gotin, "Vê berxwedana mafdar a gelê Kurd, pêşî li plana 'serî tewandinê' girtiye. Li dijî eniya faşîst a AKP-MHP'ê divê her kes biçe ser sindoqan û bersiva pêwîst bidin. Di kongreyê de tevî meclîsa nû ya ji 59 kesan, Aysel Ozadanir û Vehbî Yuksel bûn hevserok.

KLEVE: Kongreya NCDK a li bajarê Kleve-Emmerîchê bi beşdariya 200 endam û mêvanan pêk hat. Piştî nirxandina rewşa siyasî û raporên li ser karê salekê, meclîsa ji 47 kesan a ji 7 komîsyonan pêk tê hat hilbijartin. M. Şafî Dag û Hanîfe Kozik bûn hevserok.

MECKENHEÎM:Li bajarê Meckenheîm ê Elmanyayê, NCDK'ê kongreya xwe ya 6. bi rengekî girseyî pêk anî. Ji Dayikên Şehîdan Zeynep Poyraz, Hevserokên Meclîsa Jinê ya Sara, Heyva Sor, Meclîsa Troîsdorf û Bonnê beşdarî kongreyê bûn. Li dû xwendin û nirxandina raporên li ser karê salekê, sînevîzyon li ser xebatên referandûmê hat nîşandan. Beşdaran her wiha li dîmenên Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş temaşe kirin. Di encama kongreyê de komîsyonên meclîsa ji 28 kesan hatin hilbijartin.

AÛRÎCH: Li bajarê Aûrîch ê eyaleta Nîedersachsen a Elmanyayê jî Meclîsa Gel kongreya xw epêk anî. Li ser navê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer aixvî û destnîşan kir, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hêviya azadiyê ya gelên bindest e." Koçer ji bo referandûmê jî bang li Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn kir, ku di navbera 27'ê Adarê û 9'ê Nîsanê de biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin. Li dû xwendina raporên kar, 11 komîsyon û meclîsa ji 51 kesî hatin hilbijartin. Fatma Saka û Faysel Saka bûn hevserokê meclîsê. Di kongreyê de biryar hat girtin ku Komeleya Navenda Civakê bê vekirin û ji bo vê komîsyonek hat avakirin.

VIYANA: Kongreya NCDK a li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi beşdariya 400 delegeyî pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûba Hezer axivî. Piştre rapora karê salekê hat xwendin. Di kongreyê de jina Kurd Nîna a li Viyanayê dijî, weke endama rûmetê hat hilbijartin. Nîna ji ber têkoşîna xwe ya 20 salan, her wiha vîna xwe ya bi biryar ku tevî nexweşiya xwe jî diparêze, weke endama rûmetî hat hilbijartin. Dûre hevserok û komîsyonên NCDK hatin hilbijartin.