Li gelek bajaran çalakiyên ‘NA’
Mîtîngên "Na" yên KCD, HDK, TJA; HDP û DBP'ê bi berfirehî berdewam dike.
Mîtîngên "Na" yên KCD, HDK, TJA; HDP û DBP'ê bi berfirehî berdewam dike.
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr û parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar, parlamentera HDP'ê Saadet Becerîklî bi kesên pê re ve li navenda Riha, Pirsûs û Bêrecukê bi konvoyê esnaf ziyaret kirin. Konvoy rastî eleqeyeke mezin hat û sedemên "Na" ji welatiyan re hate vegotin.
Parlamenter ji aliyê Rihayiyên ji 7 salî heta 70 salî ve hati pêşwazîkirin û li avahiya Eyyubiyeyê Saadet Becerîklî xîtabî gel kir. Becerîklî diyar kir ku referanduma 16'ê Nîsanê ji bo gelan sûdewar nîne û wiha got: "Em ê ji bo pêşeroja zarok û jinan bibêjin Na. Ji bo heq û hiqûqê, ji bo azadiya bibêjin Na."
Mîthat Sancar jî diyar kir ku ew li ser vî axê ji bo jiyana azad a Ereb û Kurdan a wekhev têdikoşin û wiha got: "Sîsetam ku dê di referandumê de bê gelan înkar bike. Ji ber vê yekê em ê ji vî sîstema înkarker re bibêjin Na. Hevserok, hevşaredarên me rêveber û endamên me girtî ne. Em ê li dijî pêkûtiyan, şer, betaliyê, talanê bibêjin Na."
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr jî diyar kir di referandumê de dê pêşeroja 80 milyon mirovan, zarokên hê ji dayik nebûne bê diyarkirin. Baydemîr destnîşan kir ku destekftiyên heta niha tê xwestin bê tunekirin û wiha got: "Tekperestiyê li ser civakê ferz dikin. Tekane qulbûn heye ew jî ya ji bo xwedê ye." Baydemîr got ku ew ê bi sebra Hz. Eyub û berxwedana Hz. Îbrahîm bibêjin Na. Baydemîr gotinên pêşiyan a "dijminê bav û kalan nabin dostên lawan" bi bîr xist û ji ber vê yekê jî dengê "Na" xwest.
Konvoy piştre derbasî taxa Alîgorê bû û bi tîlîlî û çepikan ve hatin pêşwazîkirin. Baydemîr li vir jî xîtabî welatiyên Alîgorê kir û got ku ew ê ji kesên ku Şirnex hilweşandin, Nisêbîn birîndar kirin re di 16'ê Nîsanê de bibêjin Na û ji bo govenda azadiyê bigerinîn bi hev re li ber xwe bidin.
Konvoy piştî Alîgorî derbasî Pirsûsê bû û bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Li navçeyê tur hate avêtin û li ber avahiya HDP'ê gel hate sliavkirin. Li vir Hevseroka KCD'ê Leyla Guven xîtabî gel kir û wiha got: "Pirsûs dê xwedî li berxwedana Mehmet Tuncan derkeve û bersivê bide. Dê xwedî li kesên di berxewdana xwerêveberiyan de jiyana xwe ji dest dan derkeve û xwedî li azadiya Ocalan derkeve. Heta Ocalan azad nebe dê tu civak azad nebe. Li Amed û Wanê durûtî dikin û qala Kurdan dikin. Êdî Kurd bi we bawer nakin. Kurd bi Ocalan û yên li girtîgehan li ber xwe didin bawer dikin. Çi dikin bila bikin êdî nikarin îradeya Kurdan bişikênin. Girtîgeh bi berxwedanê bersivê didin. Bi temamî girtin lê nikarin îradeya me teslîm bigirin."
MELETÎ
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Meletiyê bi gel re tê cem hev û xebatên referandumê didomîne. Endamên HDP û DBP'ê yi taxên Kuşdogan, Pîpîrîm, Ornekkoy, Haçova, Molîkan, Gurpinar, Koçdere, Cafana, Îkîzcîlerê bi gel re hatin cem hev û sedemên "Na" bi gel re parve kirin. Rêveberê HDP'ê yê Meletiyê Medet Kiliç wiha axivî: "Em wekî HDP'ê li Meletiyê cihê ku naçin nahêlin û ji welatiyan re Na yê vedibêjin. Welatî eleqeyeke mezin nîşan didin. Dema ku em agahî didin gel eleqeya ku tê nîşandan me kêfxweş dike. Em ê di 16'ê Nîsanê de 'Erê' di sandoqê de bihêlin."
Rêveberê DBP'ê yê Meletiyê Polat akkose jî got ku ew li her derê xebatên xwe didomînin, gel eleqeyeke pir baş nîşanî wan dide.
Karsazê bi navê Hasan Gungor ê ku HDP'î û DBP'î çûn serdana wî wiha got: "Weke esnaf rewş nebaş e, em mecbûr man xebatkarên xwe derxînin. Li cem me 70-80 kes dixebitî lê ji wan kesek nema û tenê niha notirvanek heye. Em nikarin bikevin îhaleyan, di warê aboriyê de rewş nebaş e."
ÎZMÎR
Ligel qedexeya Kaqmeqamiya Konakê, Hêzên Demokrasî û Kedê yê Îzmîrê "Mîhrîcana Na ya hêviya xwe ji welatê xwe qut neke" li dar xistin û bi muzîk û reqsê banga "Na" hat kirin. Rêveberê Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirkiyeyê ya Îzmîrê Melîh Yalçin diyar kir ku wan xwestiye şahiya "Na" li dar bixin lê ev hatiye qedexekirin û wiha got: "Lê me bi însiyatîfa komên muzîkê ve şahiya xwe li dar xist. Atmosfera vê derê nîşan da tu me çiqas projeyeke rast çêkiriye. Em van qedexeyan şermezar dikin."
Piştî bernameyê komên muzîkê û welatiyan li peravê belavokên "Na" belavkirin û bi stranan ve bangawazî kirin.
AYDIN
HDP'ê li herêma Egeyê yekem mîtînga xwe ya referandumê li Aydinê li dar xist. Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Nîmetullah Erdogmuş beşdarî mîtîngê bûn. Li qada mîtîngê wêneyên Hevserokên Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksedag û Selahattîn Demîrtaş û pankartên "Na em aştiyê qezenc bikin" "Na em hemû bi ser kevin" "Ma dewletekî yek şexs dibe" ""Ma bi vî rengî qanûna bingehîn tê amadekirin" hatin daliqandin. Jinên ku cilên xwe yên neteweyî beşdarî mîtîngê bûn dîmenên rengîn derxistin holê. Di mîtîgê de parlamenter Acar axivî û diyar kir ku ew ê tu caran çog daneynin.
Ciwanê bi navê Cihat Yildiz û jina bi navê Nuran Çelîk hatin binçavkirin.
AMED
HDP'ê li Amedê li taxa Îplîk Zarkoyê ya Yenîşehîrê buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Ziya Pîr û Sîbel Yîgîtalp rêveberê bajar û navçeyan ên HDP û DBP'ê beşdar bûn. Di vekirinê de welatiyan bi muzîkê govend gerandin.
Ziya Pîr bal kişand li ser mîtînga Erdogan a ku duh li Amedê li dar xist û wiha got: "Mîtînga ku duh li dar xist wekî heneka 1'ê Nîsanê bû. Xwezî di 2'yê Nîsanê de bihata me yê hinekî cidî bigirta. Pîr got ku Erdogan qeyûm girtiye cem xwe û dibêje ku şaredariya wî ji destê wî hatiye girtin ev şermek e û li gelê Amedê heqeret e.
Pîr piştre got ku ew ê di referandumê de bibêjin "Na" û wiha axivî: "Em dixwazin Kurd xwe di qanûna bingehîn de bibînin. Tişta ku tê xwestin di qanûna bingehîn de heye? Na. Ji ber vê yekê Na. Ya duyemîn jî li Çanakkaleyê Kurd û Tirkan bi hevre şer kirin. Lê Tirk serdest bûn. Ji ber ku em welatê hevpar dixwazin, dibêjin Na."
Piştre buroya referandumê hat vekirin.
LI EYNÊ BINERIN XWE BIBÎNIN
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr jî wiha got: "Şirnex bi tevahî hat hilweşandin. Lê gelê wê li ser piyan bû. Em piştî Şirnexê îro li Pirsûsê ne. 2 salin destûr nadin ku gel bi zimanê xwe û çanda xwe vaezan bide. Em li dijî zilma li ser ziman, çand û hebûnê dibêjin Na. Duh Erdogan li Amedê got ‘Dema ez şaredar bûm şaredarî ji destê min girtin. Ez mexdûr kirim' 'Rast dibêje. Niha em ji wî dipirsin û dibêjin Başe te çi kir. Te jî qeyûm tayîn kir. Hevşaredarên nehatin girtin nema. Em dixwazin li eynê binerin û xwe bibînin."
Heyet piştî ziyareta Pirsûsê derbasî Bîrecîkê bûn. Heyet ji aliyê gelê Bîrecîkê ve bi coyek mezin hat pêşazîkirin. Heyeta HDP'ê û KCD'ê piştre esanfên bîrecîkê ziyaret kir û derbasî avahiya HDP'ê ya Bîrecîkê bûn.
SEMSÛR
Rêxistina HDP'ê ya Semsûrê jî li kolana Mîmar Sînan buroya têkiliyê ya referandumê vekir. Di vekirina buroyê de Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan, Behçet Yildirim, Endama Meclîsa HDP'ê Bedriye Yorgun amade bûn. Li qadê al û fîlameyên HDP û DBP'ê hatin vekirin. Komê bê navber siloganên “Şehit namırın”, “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" û “Silav silav ji berxwedanên zindanan re hezar silav" berzk kirin. Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê Selim Ozbek, tekildari xebatên referandumê de agahî dan. Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Muslum Dogan jî anî ziman ku 90 salin ji bo elewiyan tu tişt nehat kirin û her dem bawerî û çanda elewiyan hat dorpêçkirin. Dogan anî ziman ku elewî Kurd zimanê zikmakî û mafê baweriya elewiyan dixwazin û welatiya wekhev û azad dixwazin.
Endama Meclîsa HDP'ê Bedriye Yorgun jî anî ziman ku divê hemû kes biçin ser sindoqê û teqez dengê xwe bikar bînin û wiha got: "Li aliyekî pergala dîktatoriyê heye û li aliyê din pergala demokrasiyê heye. Divê her kes li gorî vê yekê bifikirin û dengê xwe bikar bînin." Piştî axaftinan buro bi çepik û tilîliyan hat vekirin.
STENBOL
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di çarçoveya xebatên referandumê de bi şîara "Bi tenê nabe. Em bi hevre" li Navneda Pêşandanê ya Bostanci şahiyek pêk anî. Di şahiyê de Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit û Onur Hamzaoglu, Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu û Celal Dogan û hevparên HDK'ê amade bûn. Di şahiyê de pankartên "Dê Na bi ser bikeve, jin dê bi ser bikevin" û "Ji bo azadiya hemû ziman, çand û baweriyan Na" "Na jin dê bi ser bikevin. Na dê ciwan bi ser bikevin" û "Hêza me yekîtiye gotina me "Na" ye" û dowîzên bi Kurdî, Tirkî û ermenî "Na" li ser hatiye nivîsandin hatin vekirin. Komê bê navber siloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe" û “Na" berz kirin. Ji herêma 3'emîn jî girse bi maşîneyan hatin qada şahiyê. Girseyên bi otobusan ji avahiyên HDP'ê yên navçeyan çûn qada şahiyê bi çepik, tilîlî û siloganan hatin pêşwazîkirin.
Şahiya li salonê bi stran, dirûşme û govendê bi dawî bû.