Li gelek bajaran bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan

Li gelek bajarên Elmanya, Swêd û Fransayê bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Li Elmanyayê di çalakiyan de ji dewleta Elman hat xwestin ku bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê duh êvarê Kurdistanî li ber avahiya Wezareta Karên Derve li hev civiyan. Di çalakiyê de hat bibîrxistin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê sivîl tên kuştin û ji hikumeta Swêdê hat xwestin ku ji bo rawestandina êrîşan tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Heyetek ji çalakgeran bi vê armancê bi Sekreterê Çapemeniyê yê Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom re hevdîtin kir.

Bernameya çalakiyên li Swêdê ya vê hefteyê wiha ye:

STOCKHOLM
03-02-2018
Saet:13.00
Cih: Humlegarden.

GOTEBORG
03-02-2018
Saet: 13.00
Cih: Gotablatsen

BORLANGE
03-02-2018
Saet:14.00
Li ber Cupolen Center

GAVLE
02-02-2018
Saet:16.00
Cih: Storatorget

03-02-2018
Saet:13.00
Cih:Storatorget

OREBRO
01-02-2018
Saet:16.00
Cih:Jarntorget

VASRERAS
03-02-2018
Saet:14.00
Cih: Storatorget

NAPOLÎ: Li bajarê Napolî yê Îtalyayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi xwepêşandanekê hatin şermezarkirin. Çalakî li bendergehê pêk hat û çalakgeran pankartên "Na ji bomberdûmana li ser Efrînê", "Terorîst Erdogan", "Bijî Kurdistan" hatin vekirin. Di xwepêşandanê de li ser êrîşkariya dewleta Tirk gelek belavok hatin belavkirin û işaret bi komkujiya sivîlan hate kirin.

TOSCANA: Meclîsa Şaredariya bajarê Toscana ya Îtalyayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi rengekî fermî şermezar kir.

LONDON: Li paytexta Îngilîstan Londonê jin li ber avahiya parlamentê li hev civiyan, kincên bi rengê xwînê li xwe kirin, xwe li erdê dirêj kirin û dewleta Tirk şermezar kirin. Di dema çalakiyê de ku gelekî bal kişand, bi hezaran belavok hatin belavkirin.

KOPENHAGEN: Kurdistaniyên li paytexta Danîmarka Kopenhagenê dijîn, li ber avahiya parlamentê mîtîng û çalakiya rûniştinê li dar xistin û bang li raya giştî kirin ku li pêşberî komkujiya sivîlan û dagirkeriya Erdogan û çeteyên wî bêdeng nemîne.

BRUKSEL: Çalakiya Kurdistaniyan a li paytexta Belçîka Brukselê, li ber avahiya Wezareta Karên Derve pêk hat. Di çalakiyê de dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Faşîst Erdogan", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn û pankartên bi nivîsa YPG/YPJ'ê hatin hildan. Bi navê çalakgeran, li ser êrîşên dewleta Tirk dosyayek radestî rayedaran hate kirin.

MARSÎLYA: Li ber Meclîsa Herêmî ya bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiyek hate lidarxistin û bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî êrîşan ahte şermezarkirin.

MONTPELLÎER: Li bajarekî din ê Fransayê li Montpellîerê jî mîtîngek hate lidarxistin. Li qada çalakiyê stand hate vekirin û li ser êrîşên dagirkeriyê agahî ji raya giştî re hate dayin.

ATÎNA: Bi heman armancê li paytexta Yewnanîstan Atînayê belavok hatin belavkirin û li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk raya giştî ya Yewnan hate agahdarkirin.

BOCHOLT: Kurdistaniyên li abjarê Bocholt ê Elmanyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser êrîşên dewleta Tirk mîtîngek li dar xistin. Girseya gel li ber Zûgbahnhofê li hev civiya û heta ber avahiya Şaredariyê meşiya. Li vir jî mîtînga xwe pêk anî.

DEN HAAG: Li bajarê Den Haag ê Hollandayê çalakger li ber avahiya parlamentê li hev civiyan û dirûşmên "Azadî ji Efrînê re", "Terorîst Erdogan", "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo" qîriyan.

BREMEN: Li bajarê Bremen ê Elmanyayê jî Kurdistanî li ber avahiya parlamentê li he civiyan, wêneyên sivîlên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine kuştin hildan û ji Elmanyayê xwestin ku tankên firotiye Tirkiyeyê vekişîne.

FREÎBÛRG: Mîtîngeke din li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, bi beşdariya 200 kesî li meydana Alten Synagogê pêk hat.

BENSHEÎM: Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê, li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê bi rengekî girseyî hatin şermezarkirin.

STÛTTGART: Kurdistaniyên li bajarê Stûttgartê dijîn li Schlossplatzê mîtîngek pêk anîn û piştre meşiyan. Saziyên Elman û Tirkiyeyî jî destek dan çalakiyê.

HAMBÛRG: Kurdistaniyên li kolana qelebalix a Hambûrgê li hev civiyan, xelekek ji mirovan çêkirin. Aktîvîsta mafên mirovan Anja Flach li vir peyivî û ji Elmanyayê xwest ku firotina çekan ji bo Tirkiyeyê tavilê qedexe bike.

LEÎPZÎG: Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û ji dewleta Elman hate xwestin ku destekê nede dîktatorên mîna Erdogan.

LOZAN: Kurdistanî û dostên wan ên li stasyona trenê ya bajarê Lozan ê Swîsreyê li ehv civiyan li dijî dewleta Tirk û Erdogan dirûşm qîriyan û işaret bi komkujiya sivîlan a li Efrînê kirin.

NEÛCHATEL: Li navenda bajarê Neûchatel ê Swîsreyê çalakiya 'mirovê rawestandî' hate lidarxistin û belavokên bi zimanê Fransaî hatin belavkirin.

BERN: Bi heman armancê li paytexta Swîsre Bernê bi dehan kesî çalakî li dar xistin û ji hêzên navneteweyî xwestin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.

CENEVRE: Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û silavkirina berxwedana Efrînê, Kurdistanî li ber Navenda Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan û bi nîşandana wêneyên komkujiya sivîlan, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî şermezar kirin.

ZURÎCH: Kurdistaniyên li bajarê Zurîch ê Swîsreyê dijîn tevî dostên xwe li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û dan xuyakirin ku dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî bin pê dike û bêdengiya Ewropayê şermezar kirin.

LÛZERN: Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê Kurdistanî li ber avahiya Parlamenta Kantona Lûzernê liv civiyan û êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin. Çalakgeran li ser mijarê dosyayek radestî rayedaran kirin.