Li Gebzeyê malbat bi darê zorê hatin dûrxistin

Xizmên girtiyên siyasî ku ji bo destekê bidin greva birçîbûnê ya ji bo rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin ku çalakiya nobetê bikin, polîsên Tirk êrîş birin ser malbatan. 

Malbatên girtiyan ji 9'ê Nîsanê û vir ve li ber Girtîgeha Girtî a Jinan a Tîpa M'yê çalakiya nobetê dikin.

Parlamenterê HDP'ê Alî Kenanoglu û hunermendên Navenda Çanda Mezopotmayayê jî ji bo desteka li çalakiyê çûne Gebzeyê.

Malbatên ku li ber Rêxistina Navçeyê ya HDP'ê hatin gel hev li wesayitan siwar bûn û çûne cihekî nêzî girtîgehê.

Malbatan dema ku xwestin ber bi girtîgehê ve bimeşin polîsan rê li wan girt û nehiştin ku çalakî were kirin.

Polîsan gotin walîtiyê çalakî qedexe kiriye û malbat bi darê zorê li wesayiyan siwar kirin.

Hatîce Soyler, dayika Ozlem Soyler ku ev 139 roj in di greva birçîbûnê de ye, li dijî polîsan got, ''Hûn hezar carî jî me destgîr bikin, hûn derbê li me bixin jî em ê dîsa werin vir.''

Dayikan gotin Şemiyê ew ê dîsa werin ber Girtîgeha Gebzeyê.