Li Gazî polîsan êrişî gel kir
Li Gazî polîsan êrişî gel kir
Li Gazî polîsan êrişî gel kir
Gelê ku li Taxa Gazî ji bo protesto kirina komkujiya Roboskî meşiyan polîsan êriş kir.
Gelê Gazî bi bûneya duwemîn komkujiya Roboskî li sekna karakola berê civiyan ber bi Karakola Gazî ve meşiyan. Polîsan bi ava şit û bombeyên gazê êrişî meşa girseya ku nêzî hezaran kes beşdar bûyîn kir. Polîsan ku guleyên plastîk jî bi karanîn bombeyên gazê jî avêtine nava dokan û malan.
Ciwanan bi kevir, molotof û guleyên hewayî bersiva polîsan dan. Banka Garantî jî dane ber agir. Li derdora Karakolê pevçûn berdewam dikin.