Li Gävle galaya piştevaniya Şengal û Kobanê
Li Gävle galaya piştevaniya Şengal û Kobanê
Li Gävle galaya piştevaniya Şengal û Kobanê
Li bajarê Swêd Gävleyê, ku di nava du mehên dawî de li dijî çeteyên DAIŞ'ê gelek caran xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin, bi armanca piştgirîdayîna Şengal û Kobanê galayek hat organîzekirin.
Siyasetmedarên Kurdistanî û Swêdî yên beşdarî galaya ji aliyê 'Însiyatîfa Hunermendan a Gävle' ve hat organîzekirin bûn, komkujî û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kurdan û gelên li herêmê dijîn şermezar kirin û bal kişandin ser girîngiya piştevaniya gelê Kobanê yê li ber xwe dide.
Di galaya bi pêşkêşiya Nûrfer Aslan de bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Swêdê hat kirin ku ji bo parastina Kobanê bikevin navberê.
Galaya ku Kurdistaniyên ji parçeyên Kurdistanê yên li bajarên derdorê civand, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.
Piştre Koma Mezpotamya derket ser dikê û berxwedana Kobanê silav kir.
Nûnerê PYD'ê yê Ewropayê Zûhat Kobanê di axaftina xwe ya li vir de li ser rewş û berxwedana li Şengal û Kobanê rawestiya. Kobanê lehengiya şervanên YPG û YPJ'ê bibîr xist û got, "Eger em naxwazin bêyî şermkirinê gorên şehîdên xwe ziyaret bikin, divê em îro xebateke hêjayî têkoşîna wan bimeşînin."
Ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê Dilşêr Herekol jî bi rêya telefonê beşdarî galayê bû û piştî nirxandineke kurt a li ser pêvajoyê, destnîşan kir ku divê gumana kesî nebe li Kobanê serketin wê ya gelê Kurd û gerîlayên wê be.
Hunermend Sûat Alîcan jî bi gotina "Îro her der Kobanê ye. Gävle Kobanê ye. Heta serketinê ev ê wiha be" dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku di berxwedana Kobanê de wezîfeyên girîng dikevin ser milê hunermendan. Alîcan bang li hemû hunermendan kir ku destekê bidin berxwedana Kobanê.
Parlamentera Partiya Çep Ulla Andersson jî anî ziman ku li Kobanê Kurd li dijî hêzên dijminê mirovahiyê berxwedaneke dîrokî û mezin dimeşînin û destnîşan kir ku weke Partiya Çep ew ê desteka xwe ya ji bo vê berxwedanê her tim dewam bikin.
Di galayê de Mûrat Kuçuukavci, Kemalê Amed, Koma Mezopotamya, Berfo, Awat, Koma Nûrdil, Sûat Alîcan, Hasan Tercan derketin ser dikê û hunera xwe nîşan dan.