Li Garê keşf

Li Garê keşf

Hat ragihandin ku balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk li herêma Garê bi armanca keşfê digerin. Li gel vê hat destnîşankirin ku di şerê Xoyê de ji 3 leşkerên ku hatine kuştin yek jê rayedarekî leşkerî yê şer koordîne dikir.

Li gor agahiyên Navenda Çapemeniya HPG’ê (NÇR-HPG) di navbera 30’ê Îlonê saet  23:00 û 1’ê Cotmehê saet 03:00’an de û dîsa 1’ê Cotmehê saet 07:00 û 16:00’an de balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk li ser herêma Garê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bi armanca keşfê geriyane.

Li gel vê Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê diyar kir ku têkildarî şerê li herêmên Koselan û Xoy de daxuyaniyê dane û got, “Li wê herêmê bombardûmana obus û hewanan a pastarên rejîma Îranê heta niha didomin.”

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê diyar kir di şerê Xoyê de ji 3 leşkerên ku hatine kuştin yek jê rayedarekî leşkerî yê şer koordîne dikir.