Li Fransayê zexta li Kurdan zêde bû, MÎT bi kuştinê gefê dixwe

Kolektîfek ji rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan pêk tê wê li dijî zext û gefên li nûnerên Kurdan ên li Fransayê tên  xwarin Şemiyê mîtîngekê pêk bîne.

Piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian a Enqereyê ya 12'ê Hezîranê, zextên li dijî Kurdan zêde bûn.

Beriya hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re, hêzên Fransayê avêtin ser gelek malên Kurdan. Çavûşoglû jî kêfxweşiya xwe ya ji ber van serdegirtinan anî ziman.

Li gorî Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F), der barê berdevkê CDK-F'ê Agît Polat û hevserokê wê yê berê Vedat Bîngol de ji aliyê Wezaretên Aborî û Karên Hundir ên Fransayê ve biryara cemidandina malên wan hate dayin. CDK-F'ê her wiha diyar kir ku gefa kuştinê li her du nûnerên wan hatiye xwarin. Li gorî vê yekê, kesekî nasnameya xwe nediyar li parkekê nêzî kurê yek ji nûnerên wan bû û gefa kuştina bavê wî lê xwar.

Kolektîfa piştevaniya CDK-F'ê ku ji gelek rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û partiyên siyasî pêk tê, nerazîbûn nîşanî zext û gefên kuştinê yên li dijî Kurdan da û bi bîr xist ku sala 2013'an sê jinên Kurd ên şoreşber bi planeke sûîqestê ya ji aliyê MÎT'ê ve hate amadekirin hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Nayê qebûlkirin ku drameke nû rû bide" û ji dewleta Fransayê hate xwestin ku berpirsyariyên xwe pêk bîne û aktîvîstên siyasî yên Kurd biparêze.

Kolektîfê xwest dest ji lêpirsînên li dijî aktîvîstên Kurd bê berdan û PKK weke aktorekî siyasî yê pêşeng ê li Rojhilata Navîn meşrûiyeta xwe bê naskirin.

Kolektîf wê Şemiyê saet 17:00 li navnîşana 147 Rue La Fayette ku sê jinên Kurd ên şoreşger lê hatin kuştin mîtîngekê pêk bîne û banga tevlîbûnê kir.

PCF: SEFARETXANEYA BILIND A TIRK NAVENDA OPERASYONÊ YE

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) jî daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî gefên li dijî Kurdan da. Di daxuyaniya PCF'ê de hate gotin, "Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Fransayê bûye navenda operasyonên li dijî Kurdan ên li Ewropayê. Nabe ku rayedarên Fransayê vê rewşa tirsnak ji nedîtî ve bên."

AMAZING: EM PIŞTEVANIYA KURDAN DIKIN

Kolektîfa Amazig a Fransayê diyar kir, ku ew piştgiriyê didin CDK-F û gelê Kurd û ragihand, " Em krîmînalîzasyona li dijî milîtanên siyasî yên Kurd bi tundî şermezar dikin û ji bo piştevaniya girseyî ya bi CDK-F re bang dikin."

TAMÎLAN JÎ PIŞTGIRÎ DAN

Tamîlan jî bi daxuyaniyekê piştgirî dan Kurdan û diyar kir, "Divê Fransa nekeve xefika Erdogan û fêhm bike ku kî dostê rast e."