Civînên gel: Tenê HDP dikare vê desthilatdariyê têk bibe

Li Parîsê û li bajarên derdora wê, têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê çalakî hatin lidarxistin.

Li banliyoya Evry a Parîsê û li bajarên Creîl û Roûenê civînên gel hatin lidarxistin.

Li Savîgny Le Templeyê têkildarî hilbijartinê civîneke gel hate hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyî tevlî civînê bûn. Berdevkê Dîwanê û Hevseroka Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Evryê Cemîle Renklîçay axaftina destpêkê kir.

Di civînê de li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî hate gotin ku, “Em ne birayên Erdogan in. Erdogan mirovan dikuje, Efrînê dagir dike û mirovan ji axa wan koçber dike û piştre dibêje ‘êdî kêşe tune.’ Bi hebûna xwe divê em di vê hilbijartina Hezîranê de hêrsa xwe ya li hemberî Erdogan diyar bikin. Divê em li dora HDP’ê bibin xeleq û tenê HDP’ê dikare vê desthilatdariyê hilweşîne.”

CREÎL

Li herêma Creîlê ya Parîsê jî civîna gel hate lidarxistin. Endamê Hevdîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan û nivîskar Ziya Ûlûsoy tevlî civînê bûn. Ûlûsoy got ku, “Heke em mil bidin hev em dikarin bi ser bikevin.” Ceylan jî got ku, “Her dengekî ji HDP’ê re ew ê were wateya helwesta li dijî tecrîda li ser Ocalan û dagirkeriya Efrînê.”

ROÛEN

Li herêma Roûenê jî civîna gel hate lidarxistin. Hevşaredara Rêya Armûşê ya Wanê û ji koordînasyona bilind a hilbijartinê ya Fransayê Veysel Keser û Tacim Yuksel tevlî civînê bûn.

Keser di civînê de diyar kir ku ev hilbijartin ji bo Kurdan firsenedeke mezin e û got, “Tenê HDP dikare zora Erdogan bibe. AKP li dijî Kurdan polîtîkaya dîlgirtinê pêk tîne û di hilbijartinê de divê bersiva vî tiştî were dayîn.”

Keser bal kişand ser vî tiştî ku dagirkeriya li Efrînê jî ew ê di hilbijartinê de pûç were derxistin û HDP ew ê dawiyê li krîz û kaosê bîne.