Li Fransayê 1.3 ton kokaîn ket dest

Li Fransayê 1.3 ton kokaîn ket dest

Li paytexta Fransa Parîsê di balafirek ku ji paytextê Venezuela Caracas dihat de, 1.3 ton kokaîn hat girtin. Wezîrê Karên Hundir Manuel Valls diyar kir ku ev yek rêjeya herî billind a madeyên hişber e ku li Parîsê hatiye desteserkirin. Tê payîn ku nirxê vê kokaînê di bazara perakendê de nêzî 200 milyon Euro ye. 

Manuel Valls bûyer bi konferanseke çapemeniyê ya li bajarê Nanterre çêkirî de ragehand. Valls diyar kir ku 1.3 ton kokaîna ku bi balefira Air-France ji Caracas dihat di nava 30 valêzan de hatibû veşartin. Wezîrê karên hindir jî diyar kir ku girêdayî bûyer li Parîsê gelek endamên komên çeteyan hatine girtin. 

Kokaîna ku ketiye dest bi giştî nirxê wê yê firotinê 50 û nirxê wê yê li bazara perakendê 200 milyon Euro ye. Li paytext Parîs rêjeya herî bilind ya kokaina ku heya nihe hatiye girtine. Hat diyarkirin ku îsal li gel kokaînên ku heya niha hatine girtin bi giştî 4 tone.