Li Fransa û Rûsyayê ji bo Efrînê çalakî hatin lidarxistin

Di çalakiyên li Fransa û Rûsyayê de hate diyarkirin ku ew ê gelê Kurd pergala Erdoğan hilweşînin.

Li Fransa û bajarên Rûsyayê berxwedana Efrînê hate silavkirin.

PARÎS

Li banliyoyên Parîsa Fransayê yên Drancy, Villiers Le Bel, Mantle la Jolie, Villeneuve Saint Gorges û Saint Denisê dagirkeriya li ser Efrînê hate protestokirin.

Li banliyoyan alayên YPG/YPJ’ê hatin hildan û sloganên ‘Her der Efrîn e, her der berxwedan e’ hatin berzkirin.

Li Zanîngeha Saint Denisêjî endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bi çalakiyekê ji bo berxwedana Efrînê hatin ba hev.

Di çalakiyên li Parîsê de ji bo çalakiyên 24’ê Adarê Roja Hevgirtina Efrînê ya cîhanê bang hate kirin.

KRASNODAR

Li bajarê Krasnodarê yê Rûsyayê jî Kurdistanî û dostên wan Cejna Newrozê pîroz kirin. Çalakî li eywana Konserê ya Jeleznadorojnikovê hate kirin.

Di çalakiyê de sînevîzyona li ser peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ên li ser Newrozên salên cihê hatin temaşekirin.

ÇELYABİNSK

Li bajarê Çelyabinsk ê Federasyona Rûsyayê Kurdistanî û dostên wan Newroz pîroz kirin. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser Efrînê hate temaşekirin û girseyê slogana ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ berz kir.

 

ADIGEY

Li Komara Xweser a Adıgeyê jî komek ciwan hatin ba hev û Newroz  pîroz kirin. Ciwanan agir dadan û li dora agir sloganên li ser berxwedana Efrînê berz kirin.

Li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Adıgeyê jî bi daxuyaniyekê berxwedana Efrînê hate silavkirin. Li vê derê girseyê bi alayên YPG/YPJ û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan bi sloganên li ser berxwedana Efrînê, êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.