Li Fransa, Îngilîstan û Almanyayê komkujî hatin protestokirin

Li Fransa, Îngilîstan û Almanyayê komkujî hatin protestokirin

Komkujiyên Roboskî û mereşê, bi çalakiyên li gelek welatên Ewropayê hatin protestokirin. Li Parîs û derdora wê çar çalakiyên cuda, li London û Frankfûrtê jî çalakî hatin lidarxistin.

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîs û derdora wê, Komkujiya 9'ê Çileya 2013'an ku 3 şoreşgerên jin ên Kurd hatin qetilkirin, Komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an ku 34 welatî hatin qetilkirin û Komkujiya Mereşê ya sala 1978'an, li çar cihan bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Yek ji çalakiyên ku di 28'ê Kanûnê de hat lidarxistin li banliyoya Evry bû. Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Duh Mereş û Roboskî îro Parîs, Komkujiyên li hemberî Kurdan dewam dikin", wêneyên Ocalan û alên KCK'ê hilgirtin û ber bi stasyona trenê ya Grîgny meşiyan. Di çalakiya bi beşdariya zêdeyî hezar çalakgeran de, dirûşmên li dijî komkujiyê hatin qîrîn û axaftin hatin kirin.

Çalakiyeke din jî li bajarê Creîlê pêk hat. Bi sedan kes danê nîvro di çalakiya bîranînê de hatin cem hev û bi pankarta bi nivîsa "Em komkujiyên Dêrsim, Mereş, Sêwas, Gazî, 19'ê Kanûnê...şermezar dikin" meşiyan. Di çalakiyê de belavokên bangawaziyê yên ji bo beşdariya li meşa 11'ê Çileyê ya li Parîsê hatin belavkirin.

Li Meydana Repûblîqûe ya li navenda Parîsê jî bi sedan kes hatin cem hev. Girseya gel ku di nav de alîgirên Partîzan û MLKP jî hebû, heta Meydana Bastîl meşiyan. Di meşê de komkujiyên Mereş, Roboskî û Parîsê hatin şermezarkirin û hat xwestin ku komkujiyên Parîs, Roboskî û Mereş bi hemû aliyan bên ronîkirin û berpirsyar werin darizandin.

Li herêma 78'an a Parîsê jî bi pêşengiya tevgera ciwanan li banliyoya Mante La Jolîe mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng li pêş "Qesra Edaletê" saet di 19:00 de destpê kir. Nêzî 200 çalakger bi meşaelyan meşiyan û komkujî şermezar kirin. Di mîtîngê de nameyek bi sernavê "Em hemû hatin qetilkirin, haya we ji vê heye?" hat xwendin.

FRANKFÛRT: Li bajarê Almanya Franskfûrtê jî bi armanca şermezarkirina komkujiyên Mereş û Roboskî meş û mîtîngek hat lidarxistin. Meşa ku saet di 15:00 de li Meydana Alte Operde hat lidarxistin nêzî 500 kes beşdar bûn. Di meşê de weke temsîliya qurbaniyên komkujiya Roboskî 34 darbestên reş hatin hilgirtin û meşê heta Romer Platzê dewam kir. Di dema meşê de bi îmzeya Yekitiya Hêzê ya Demokratîk belavok hatin belavkirin. Di daxuyanî û axaftinên li mîtîngê de komkujî hat şermezarkirin hat destnîşankirin ku dê hesap bê pirsîn.

LONDON: Li paytexta Îngilîstan Londonê, ciwanên Kurd ên di bin sîwana Meclîsa Ciwanan a Ozgur Ronî de dixebitin, li herêm Holbornê komkujiya Roboskî şermezar kirin. Çalakî li Cavent Garden ku yek ji qadên herî qelebax ê Londonê ye pêk hat. Ciwanên çalakger ji bo balê bikşînin ser komkujiya Roboskî xwe li erdê dirêj kirin û bi kefen ser xwe girtin. Li ser keferan jî nivîsên "Ji bo Roboskî edalet", "Bêdengiya we Kurdan dikuje", "Komkujiyan rawestînin" hat danîn.