Li Fransa der heqê 10 Kurdan de heta 4 salan cezayê girtinê hat xwestin

Li Fransa der heqê 10 Kurdan de heta 4 salan cezayê girtinê hat xwestin

Der heqê 10 Kurdên li bajarê Marsîlyayê ev 5 sal in ketine ber lêpirsînê de heta 4 salan cezayê girtîgehê û der barê Mala Gel a Kurd de jî cezayê pere tê xwestin û daxwaza girtinê tê kirin.

Di doza 14’ê Cotmehê ya li 16. Dadgeha Ceza ya Parîsê de, dozger Lûdovîc Lestel der heqê 10 Kurdên ketine ber lêpirsînê 4 sal cezayê girtîgehê xwest.

Cezayê herî giran ku 4 salin, der heqê kesekî ku bi weke rêveberê Mala Gel a Kurdên li Marsîlyayê tê tewanbarkirin, hat xwestin. Dozgerê ku ji bo serokê komeleyê 2 sal cezayê girtinê yê paşdaxistinê xwest, der heqê girtiyên din de jî ji salekê heta 3 salan cezayê girtinê xwest.

Dozger xwest bi 50 hezar Euro'yî cezayê pere li Mala Kurdan bê birîn û komele were girtin. Di gilînameyê de hewl tê dayîn xebatên komeleyê yên çandî bi îdiaya “komkirina kampanyayê” werin krîmînalîzekirin. Gilîname tewanbariyê jî dispêre giliyên kesên bi navê H.B., F.G. yên tê îdîakirin ku li Marsîlyayê dijîn. 

Lêpirsîn di Cotmeha 2008’ê li giliyê du kesan destpê kiribû. Di dema rûniştina dozê de îfadeyên van herdu kesan ku dabûn polîsan, hatin xwendin.

Tê payîn ku heyeta dadgehê heya dawiya vê hefteyê biryara xwe eşkere bike.

Li Fransa êrişên li ser kurdan bi taybet ji sala 2007’an ve zêde bûne. Di navbera Kanûna 2007’ê û Sibata 2013’an de 250 kurd li ser axa Fransayê bi hincetên siyasî hatine binçavkirin. Ev operasyon bi giranî li demên berî û piştî destpêkirina hevdîtinên bi rayedarên Tirk re, rast hatin. Dadgeha Ceza ya Parîsê di 2’ê Mijdara 2011’an de biryara girtina Navenda Çanda Kurd ya Ahmet Kaya dabû. Di 9’ê Kanûna 2013’an de li Parîsê di nava rojê de 3 Jinên şoreşgerên Kurd li Navenda Enformansyona Kurdistanê bi guleyên li serê wan xistîn hatin qetilkirin.