Li Fransa çalakiyên şermezarkirinê didomin

Li herêma Evry a Parîsê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û Rojava hatin şermezarkirin. Sibel i Parîs, Rennes, Montpelîer û Marsîlya wê çalakiyê şermezariyê bidomin.

Kurdistaniyên ku li ber gara trênê ya Evry civiyan pankarta, ‘’Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime’  vekirin û gotin, ‘’Bijî berxwedana Rojava’’, ‘’DAIŞ teroîst e û Erdogan paşmêrê DAIŞ’ê ye.’’

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evry Mustafa Unlubayir bang li Fransayê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne.

JI CDK-F’YÊ BANGA ÇALAKIYÊ

Konseya Demokratîk a Kurd Fransa (CDK-F) bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Fransayê kir,  ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û Rojava xwe bi rengekî xurt tevlî çalakiyan bikin ku sibe wê li Fransayê werin kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’Li dijî êrîşên faşîst ku tinekirina destkeftiyên Kurdan û Tevgera Azadiya Kurd ku bi berdêlên mezin bi dest xistine, ji xwe re kirine armanc, em bang li hemû Kurdistaniyan û dostên wan dikin ku li Fransayê dijîn, bila derkevin kolanan û çalakiyan bikin.’’

Çalakî û saeta çalakiyan ku sibe wê li Fransayê werin kirin:

Paris
Place République 
Saet:15:00

Rennes
Metro Charles de Gaulle
Saet:15:00

Montpelier 
Parka Peyru 
Saet:18.00

Marsilya 
Plc. Canabier 
Saet:13.00